Krîza aborî ya li Tirkiyeyê xedartir dibe, bazariyên li ser Rojhilatanavîn gurtir dibin. Tirkiye di nav van şert û mercan de ber bi hilbijartinê ve diçe. Ji hêla din ve eniya desthilatdariyê qedrê referandûmê dide vê hilbijartina herêmî. Ji ber ku piştî hilbijartina 24ê Hezîranê ji aliyê sazûmanî ve dest bi avakirina pergala zilamekî kiribûn...
Biryara YSKê* Antîdemokratîk û Derqanûnî ye
Beşdariya partiya me ya hilbijartinan ji aliyê YSKê ve hatiye astengkirin, itiraza me ya li dijî biryara YSKê jî hatiye redkirin. YSKê tew derheqê rewşa hiqûqî ya partiya me de lêkolîn jî nekiriye, biryarên derqanûnî yên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind esas wergirtiye. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind qanûnê li gorî kêfa xwe şîrove kiriye...
Çareserî li hundir e
Tê zanîn ku berî derbeya leşkerî ya faşîst a 12ê Îlonê, hinek siyasetmedarên “xwedî tecrube” û burokratên payebilind her çûne ber derê Serfermandariya Leşkerî û daxwaza derbeyê jê kirine. Em nizanin ku Serfermandariya Leşkerî bi awayekî aşkera bersiva “Bila ji NYEyê destûr bê” daye yan na. Lê em dizanin ku piştî derbeyê rêvebiran gotiye “Zarokên...
Divê 1ê Gulanê bi awayê herî berbelav û herî girseyî bê pîrozkirin!
Çîna karker û kedkaran, 1ê Gulana roja yekîtî, piştgirî û têkoşîna navneteweyî, di nav şer û pevçûnên ku dibin sedemên êrîşên dijwar ên civakî û polîtîk de, dike pîrzbahiyan bike. Polîtîkayên şer ên ku dewlet û hukûmet bi israr dimeşînin, welatê me her roj bêhtir ber bi gerîneka Rojhilatanavîn ve dikêşe û li ser çîna...



