1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên Tirkiyeyê û dinyayê pîroz be

1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên Tirkiyeyê û dinyayê pîroz be

Çîna karkerên Tirkiyeyê û kedkar di bin zordarî û êrîşên çîna sermayeyê û desthilatdariya siyasî de 1ê Gulanê; roja yekîtî, têkoşîn û hevgirtinê ya navneteweyî pîroz dikin.

Piştî referandûma xweykêmasî ya 16ê Nîsanê ku bi guherandina makezagonê serdestiya “Zilamekî, partiyekê” xurt dike kiryarên ewilîn ên hukûmeta AKPê ev bûn; wextê rewşa awarte hate dirêjkirin, pêşnûmaya “Fona tezmînata qidemî” ya ku di fiilîyatê de tezmînata qidemî ji holê radike hate ber parlementeran, ji bo jiholêrakirina temînata berdewamiya karê kedkarên qada gelemperî hin gav hatin avêtin. Ji hêla din ve di qada gelemperî de û di sektora taybet de bo Peymana Kar a Giştî ya bi sedhezaran karkeran hevdîtin berdewam in.

Ev tablo nîşan dide ku ka çima hukûmeta AKPê û ‘qesr’ bi çar lepên xwe işk bi rewşa awarte(OHAL) girtine û nîşan dide ku çima rejîma bo şexsekî yan partiyekê biisrar li gel ferz dikin. Lewra OHAL û rejîma ku li ser berjewendiyên şexsekî hatiya avakirin “şûrê Demokles” e li ser serê ew kesên ku li dû heq û edaletê digerin û di eslê xwe de hedef çîna karkeran, kedkar û bindest in. Wekî tê dîtin her daxwaza heq a van çînan û hêlan ji ber hinceta OHALê tê eciqandin. Hukûmeta AKPê hukûmeta şer û êrîşê ye ku di xizmeta sermayeyê de ye. Mehmet Şimşek ê Wezîrê kar û barên aboriyê di civîna Yekîtiya Muteahhitan de, got li welatên ku hiqûqa wan bi pêş ketiye mirov rehet dixebite lê kara mirov ne zêde ye, got ji ber vê yekê ew ê dêhn û bala xwe bidin ser welatên ne pir bi pêş ketî û welatên li parzemîna Afrîkayê û bi vî awayî îtiraf kir ku çima hiqûqê tefsiye kirine.

1ê Gulanê roja yekbûn û têkoşînê ya çîna karkeran; roja ku daxwazên xwe bi dengê herî berze tîne ser ziman, roja ku weke hêzek derdikeve hemberî çîna sermayeyê û desthilatdariya siyasî… Bila tu kes şik pê nebe ku dê di 1ê Gulana 2017an de jî çîna karkeran û kedkar têkoşîna azadî û demokrasiyê xurttir bikin.

Xwestin ku karker û kedkaran di referandûma 16ê Nîsanê de dîsa bi rêbazên “ji hev dûr bixe, veqetîne, birêve bibe” bixapînin, lê karker û kedkar wê li ser daxwazên xwe bên cem hev û bibin destbirak.

Ji bo di şert û mercên insanî yên kar û diravên ku mirov bikaribe pê bi awayekî insanî jiyana xwe berdewam bike, ji bo jiholêrakirina astengiyên li ber bi rêxistinbûna sendikayan û ji bo mafên siyasî, ji bo betalkirina OHALê û KHKyan, ji bo bidawîanîna polîtîkayên şer wê çîna karkerên Tirkiyeyê û kedkar di 1ê Gulanê de hêza xwe bikin yek û derkevin qadan. Silav li wan karker û kedkaran.

1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên Tirkiyeyê û dinyayê pîroz be

Bijî 1ê Gulanê, bijî têkoşîna azadiyê ya hemû çîna karkeran û kedkaran!

 

SELMA GURKAN

Seroka Giştî