8ê Adarê, roja têkoşîn û hevgirtina jinan pîroz be!

8ê Adarê, roja têkoşîn û hevgirtina jinan pîroz be!

Silavên germ li we;

Jinên ku li çar aliyên dinyayê, li bajarên herî mezin û li hemû perên dinyayê dengê berz dikin, jinên ku bo mafên xwe, bo wekheviyê, bo jîneke mirovane têdikoşin, jinên ku hêza hevgirtin û yekbûnê xurt dikin!

Li her derê dinyayê jiyana jinan; mafên wan ên polîtîk, aborî û civakî di bin zordestiya heman pergalê de, di bin şert û mercên giran ên kapîtalîzmê de ne. Herî zêde jin dibin mehkûmên şert û mercên xebatê yên bêewlawî û bêqayde. Bêrêxistinî û bêdahatû, karkeriya erzan û koletî li ser jinan tê ferzkirin.

Şer û pevçûnên ku ji ber kar, berjewendî û berberiya serdestiyê ya kapîtalîstan derdikevin, dibin sedemên bi milyonan mirinan, têkçûnan, birçîtî û koçberiyê. Şer; jinan û zarokan li hemberî şîdetê, îstîsmarê, tecawizê û kêdxwariya hov hê bêhtir bêberevanî dihêlin.

Li Tirkiyeyê jî weke li seranserî dinyayê cudahiya di navbeyna zengîn û xizanan de mezintir bû. Bi milyonan kes weke xizan û birçî dijiyan. Hejmara van zêdetir bû. Bi krîza aborî vê cudahiyê û xizanî zêdetir bû. Herî zêde jin di bin tesîra xizanî, şert û mercên giran ên xebat û jiyanê de dimînin, herî zêde mafên wan têne binpêkirin, rastî şîdetê tên, rastî
ciyawaziyê tên. Heman jin ji her kesî bêhtir di bin tesîra giran a krîzê de dimînin.

Do partiya me raporekê ragihand bo raya giştî. Vê raporê tesîrên giran ên krîzê ên li ser jinên karker û kedkar dihundirand. Raporê nîşan da ku laş û keda jinan çawan bo sermayeyê vediguherin alavên kedxwariyeke abadîn û pê re çawan hemû cureyên şîdetê bo berdewamiya pergala kapîtalîst tên meşrûkirin. Şert û mercên kedxwariyê yên ku jinan mehkûmî karên bêewlayî û nehêja dikin, ên ku barê wan ê xwedîkirinê girantir dikin, ên ku
şîdetê zêdetir dikin, ên ku jinan neçar dikin bi krîzê re kûrtir û zehmettir dibin.

Erdogan û desthilatiya wî jî, weke rêvebir û parêzvanê pergalê, barê krîza ku pergalê bi xwe derxistiye dixin ser milê karker û kedkaran, bo vê yeke banga fidakariyê dikin. Ji bo ku barê krîzê bêtir hilgirin bangî jinan dikin. Bo vê yekê propaganda dikin ku “Jin lokomotîfa malbatê ne”. Ber bi 8ê Adarê gotinên bixeml dikin.

Lê heqê jinan ê herî meşrû ye ku rencûra krîzê red bikin, bibêjin “Ev krîz ne ya me ye, em barê wê hilnagirin”. Heqê wan ê herî meşrû ye ku daxwaza xebat û jiyaneke mirovane bikin, bo dinyayeke bêyî kedxwarinê û jiyaneke wekhev û azad têbikoşin.

109 sal berê bi van armancan konferansa jinan a enternasyonala sosyalîst weke mizgîniya destpêka serdemeke nû ya mirovahiyê, weke mizgîniya civakeke wekhev û bêyî kedxwarinê 8ê Adarê diyariyî jinan kir. Ev roj, roja têkoşîn û hevgirtinê ye bo bicîanîna vî mafê meşru.

Di 8ê Adarê de, di Roja Jinên Kedkar a Cihanê de weke li seranserî dinyayê li Tirkiyeyê jî jin wê li hemberî şert û mercên li wan hatî ferzkirin, bi heman armancan, li hemberî xizanî, bêkarî, krîz, newekhevî û şîdetê daxwazên xwe daxwazên xwe biqîrin. Jin wê li dijî pergala kedxwar a kapîtalîst ligel çînên kedkar xurtkirina yekbûna xwe, wêrekiya xwe, hêvî û
têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî 8ê Adarê hilbijartin nêzîk e.

LI DIJÎ KRÎZÊ, NEWEKHEVIYÊ û ŞÎDETÊ YÊKÎTIYA ME, HÊZ DIDE ME!

SELMA GURKAN

SerokaGiştî

Paylaş: