Bertekeke mezin li hember “Tifaqa bi yekzilamî”

Karker û kedkaran, di hilbijartina mehellî ya 31ê adarê de, bertekeke mezin nîşan dan li hember “Tifaqa yekzilam”

“Tifaqa bi yekzilamî û bi yekpartiyê”, ligel sîstema hilbijartinê ya antî-demokratîk, ligel zext û hîleyan, ligel encamên gumanbar ên weke li Stenbol û gelek bajarên dî, di hilbijartina mehellî ya 31ê adarê de şikestineke girîng xwar. Di bingeha vê şikestinê de bertekên karker û kedkaran ên ji ber krîzê hebûn. Pê re jî, gefên ‘rêveberiya bi yekzilamî’ û tayînkirina qeyyûman ên li herêmê bûn sedemên bertekeke dî û ev herdu bertek gihane hev.

Erdogan û “Tifaqa Cumhur” dîtin ku berî hilbijartinê dilnaxoşiya karker û kedkaran li hember wan zêde bûye û dê karker û kedkar dersekê bidine wan, li ser ol û alê propagandaya bekayê meşandin. Lê vê polîtîkayê jî li gorî dilê wan encam neda. Di serî de bajarên sanayiye, pê re jî hema hem ali her bajarî rayên “Tifaqa bi yekzilamî” kêm bûn.

Helbet bi saya vê encamê pirsgirêkên vî welatî yên giran çareser nabin, Erdogan û hukûmeta xwe jî ji bo hêvî û daxwazên girseyên bindest û yên keda wan hatî xwarin, xeteke siyasî ya nû nadin ber xwe. Berovajî vê, di serî de krîza aborî, pê re jî ya siyaseta hundir û derve dê dîsa bixe stuyê karker û kedkaran, ji bo vê jî dê xizmetkariya sermayeya monopolîst û bûrjûwaziyê her bidomîne.

Divê girseyên gelên karker û kedkar vê rastiyê ticar ji bîr nekin. Divê teqez em xeyalan nebînin; Erdogan û hukûmeta xwe ji şikestina xwe ya piştî hilbijartinan dersan hilnade. 

Çendekî paşê em ê roja yekîtî, têkoşîn û hevgirtinê ya navneteweyî ya çîna karkeran yanê 1ê gulanê pîroz bikin.

Divê em li daxwazên xwe yên weke kar, nan û azadî xwedî derkevin, divê em bibin yek, birêxistin bibin û ji bo bidestxistina mafên xwe bi awayeke bi xwe bawer tevbigerin.

Di serî de li hember cirma krîzê ji bo daxwazên xwe yên lezgîn, pê re jî ji bo mafên demokratîk û azadiyê têkoşînê xurttir bikin.

Selma GURKAN

Seroka Giştî

SHARE