Bila Deng Neçin Bo Tifaqa Wî Zilamî Werin, Em Bo Têkoşîna Kar, Nan û Azadiyê Bibin Yek!

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê xedartir dibe, bazariyên li ser Rojhilatanavîn gurtir dibin. Tirkiye di nav van şert û mercan de ber bi hilbijartinê ve diçe. Ji hêla din ve eniya desthilatdariyê qedrê referandûmê dide vê hilbijartina herêmî. Ji ber ku piştî hilbijartina 24ê Hezîranê ji aliyê sazûmanî ve dest bi avakirina pergala zilamekî kiribûn û vê hilbijartina herêmî weke dabînkirina perfpektîfa mayîndebûnê dibînin.

Hûrgiliyên tabloya xuya ev in: Ya yekem; Hemû amûrên dewletê, berheviyên gel û fonên hevgirtinê yên kedkaran bo xwedan sermayeyan hatine pêşkêşkirin da ku bêyî xisar ji krîzê xilas bibin. Di vê çarçoveyê de ji kêmkirina bacan bigire ta bi teşwîqan, ta bi desteka xezîneyê bo vê çînê destekên dîtir têne dabînkirin. Digel vêya îflas ji dû îflasan, konkordato ji dû konkordatoyan naqetin, her zêde dibin. Karker bi zora sermayedaran qaşo bi dilê xwe ji kar derdikevin, heqê karkeran tê kêmkirin, mesaiya wan têne dirêjkirin, li dijî kedkaran bacêb nû têne derxistin û bi zorê berê wan didine BESê, buhayê kelûpelên muhîm têne zêdekirin û dixwazin bi vî awayê barê krîzê bixin stuyê kedkaran. Vê pêvajoyê weke hincet nîşan didin da ku destkeftiyên kedkaran ên weke tezmînata qidemiyê û temînata berdewamiya kar ji holê rakin. Li dijî vêya her grev, her protesto, her bertek bi şîddetê tên cezakirin, weke mînaka karkerên Balafirgeha Stenbolê karker tên binçavkirin û hepskirin.

Ya duyem; hewcedariya eniya desthilatdar bi çavkaniyên nû heye. Vê yekê dike ku arezûya wê ya desthilatdarî û dagirkirina Rojhilatanavîn gurtir dike. Lê belê, di serî de polîtîkaya wê ya li ser Sûriyeyê û pê re hemû hewldanên wê bi tenê tengasiya heyî zêdetir dikin. Ligel ku ji ber bazariya xwe û hêzên emperyalîst ên li herêmê bi awayeke xurt bi wan hêzên emperyalîst ve girêdayî ye jî, bi peyvên fîtek û şerxwaz ên weke “em ê şevekê ji nişka ve bên” û mobîlîzasyona leşkerî tevdigere lê bi vî awayî nikare encamek li gorî xwe wergire û tew bi vî awayî rewşê aloztir dike. Ligel vêya jî gel weke palpişt tête dîtin. Li gorî partiya me divê dahatûya Sûriyeyê û Rojhilatanavîn ji aliye gelên wan ve bêne tayînkirin.

Daxwaza me ya sereke ew e ku ne bi tenê Amerîka, hemû hêzên emperyal tevî çeteyên xwe dest ji herêmê bikêşin, Tirkiye hezên xwe yên leşkerî yên li dersînor paşve vekêşe û ti midaxileyê nede ber xwe. Temînata aştiya li herêmê û ya li vî welatî wê ev be.

Ya sêyem; di bin nîrê rewşa awarte(OHAL) ya ku qaşo di 24ê Hezîranê de hate bidawîkirin maf û destkeftiyên demokratîk tune hatine hesibandin, bi KHKyan(biryarnameyên di hukmê qanûnê de) binpêkirina mafan zêdetir bûye. Piştî ku OHAL hatiye rawestandin jî van kiryaran berdewam kirine, OHAL bûye tişteke normal li vî welatî. Dîsa xuya ye ku tayînkirina qeyyûman a piştî OHALê ji şaredariyan ta bi sazî û dezgehên çapemeniyê û ta bi şîrketan bûye kiryareke giştî. Vê modelê bi taybetî tayînkirina qeyyûman li şaredariyên HDPyî bi cî bûye. Bi vê yekê encamên hilbijartina herêmî bêwate bûye. Tew hêj beriya hilbijartinê desthilatdar bi awayeke eşkere îlan dikin ku şaredarên ne li gel polîtîkayên desthilatdaran bin wê ji wezîfeyên xwe werin bi dûr xistin. Eşkere ye ku vê yekê îpotekkirina tercîhên hilbijêran e.

Sîstem veguheriya ser esasên hukûmeta teknokrat. Ji ber ku Lijneya Wezîran ji parlementoyê nayê hilbijartin û dema wezîfeyên wan li gorî înîsiyatîfa zilamekî tê diyarkirin. Bi van kiryaran meclîs bûye bêerk û ev yek dîmeneke girîng e derheqê vê pêvajoyê de. Siyaseta serwer ji serî heta binî bi modela qeyyûmtiyê xwe bi rêxistin dike û welat bi awayî tê birêvebirin.

PARTIYA ME BI AWAYEKE KÊFÎ JI DERVEYÎ HILBIJARTINÊ HATE HIŞTIN

Weke encama şîrovekirineke kêfî ya YSK û Dadgeha Bilind, tevî partiya me hin partiyên siyasî yên mixalif nekarîne beşdarî hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê bibin. Ligel ku partiya me li 41 bajaran bi awayê qanûnî xwe bi rêxistin kiriye jî van herdu saziyan hincetên derqanûnî dane pêş me û me ji derveyî hilbijartinan hiştine. Di vê mijarê de ya rastîn namzetiya Bînalî Yildirim bo şaredariya Stenbolê bêqanûniyek e. Ligel ku bixwe serokê
meclîsê ye jî bûye namzet bêyî ku îstîfa bike. Heman sekna derqanûnî ya desthilatdaran di meseleya qeydên hilbijêrên sexte û xeyalî de jî dertê holê. Sînorê kiryarên bo hilbijartina herêmî ne li gorî qanûnê, li gorî kêfa desthilatdaran diyar dibe.

Lijneya Rêvebir a Giştî ya partiya me şert û mercên bêedalet, derqanûn û xeyrî nîzamî yên hilbijartinê nirxand û sekna xwe diyar kir. Weke ku karkerên Balafirgeha 3., yên ÎZBANê, yên MAKELê, yên Flormarê, yên Îzenerjiyê, yên madenên Kutahya û Gumuşhaneyê jî îspat kirin, çîna karkeran û kedkar wê li hemberî binpêkirina mafan bêdeng neminin û wê
demokrasiya ku ji hilbijartinan pêk hatî nepejirînin. Berevajî vêya pêvajoya hilbijartinê bo têkoşîna demokrasî û azadiyê momentek e.

Di serî de têkoşîna çîna karkeran û kedkaran, berxwedan û raperînên derdorên ku ji ber zextên siyasî serî netewandine, têkoşîna demokrasi û azadiyê ya ku gele Kurd pêşengtiya wê dike dê pêvajoya hilbijartinê jî diyar bikin.

Di pêvajoya hilbijartinê ya ku li ser her cureyê îstîsmarê, li ser fendan û li ser newekheviya derfetên propagandayê pêk tê, partiya me weke berpirsê sereke yê van pirsgirêkên dijwar ên aborî û siyasî tifaqa “rêvebiriya zilamekî” dibîne û tespît dike ku xebata li dijî vê, xebata bo paşvexistina vê tifaqê pêşdatir e. Partiya me xwedî wê ramanê ye ku di pêvajoya hilbijartinê de paşvexistina desthilatdariya paşverû bi yekîtiya têkoşer a hêzên kedkar û demokrat pêkan e. Pêkanîna vê têkoşîna hevpar pêşdatir e û partiya me hilbijartinan jî wekî yek ji qadên têkoşînê, yek ji amûrên têkoşînê dibîne.

SEKNA ME YA PRATÎK DI HILBIJARTINAN DE

Demokrasî pergaleke wiha nîne ku mirov di hilbijartinên periyodîk de deng bide û hew. Tu pergaleke ku rê li ber beşdariya yekser a gel û venêrîna gel bigire eşkere ye ku ne demokratîk e. Tew ji ber newekheviyê, sûistîmalê û derqanûniyê li cem gel girîngî û îtîbara hilbijartinan jî kêm bûye. Encax gava hilbijartin û pêvajoya amadekariyê weke derfeta têkoşîna demokrasî û azadiyê bête dîtin dê gelê me bi awayeke serkeftî di vê pêvajoyê re bibore. Partiya me perçeyeke vê têkoşînê ye. Çi bikeve ser milê wê jî ew ê bi cî bîne.

Ji aliyê din ve, li herêmên ku şaredarên hilbijartî ji wezifeyên xwe bi dûr hatî xistin, wergirtina şaredariyên ku di destên qeyyûman de ne esas e. Partiya me li herêmê bi qasî bi bi HDPê re li hev bike wê bi HDPê re beşdarî hilbijartinan bibe; li herêmên din ên di dest qeyyûman de dê destekê bide HDPê. Herêmên din, li gorî hebûna hêzên kedkar û demokrat, li gorî behreyên wan, li gorî hêza wan ji hev cuda hatine nirxandin. Li gorî vê; her çiqas beşdariya me ya hilbijartinê hatibe astengkirin jî, li her deverên ku yekîtiya hêzên kedkar û demokratan pêk bê em ê di bin banê yekîtiyê de beşdarî hilbijartinê bibin.
Li deverên ku derfetên baneke hevpar pêk neyên, em ê ligel namzetên serbixwe yên yekîtiyê tevbigerin; gava yekîtî pêk nehat partiya me li ku hewce bibîne wê bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinê bibe.

Tecrubeya têkoşîna me û dîroka me nîşan daye ku rê û rêbaza yekta ya têkbirina şert û mercên giran, bi yekîtî û têkoşînê pêkan e. Karker û kedkarên welatê me xwedan vê daneheviyê ne.

Di vê pêvajoyê de jî em ê bi serbikevin!

PARTIYA KEDÊ
Navenda Giştî

SHARE