Biryara YSKê* Antîdemokratîk û Derqanûnî ye

Biryara YSKê* Antîdemokratîk û Derqanûnî ye

Beşdariya partiya me ya hilbijartinan ji aliyê YSKê ve hatiye astengkirin, itiraza me ya li dijî biryara YSKê jî hatiye redkirin.

YSKê tew derheqê rewşa hiqûqî ya partiya me de lêkolîn jî nekiriye, biryarên derqanûnî yên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind esas wergirtiye.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind qanûnê li gorî kêfa xwe şîrove kiriye û biryar daye ku “gava rêvebiriya navçeyekê yan bajarekî bê tayînkirin heke li wê derê di nava 45 rojan de kongre neyê lidarxistin tê wê maneyê ku rêxistin nehatiye avakirin”. Lê belê li gorî hukmê qanûnê gava li navçeyekê yan bajarekî lijneya rêvebiriyê bê tayînkirin tê wê maneyê ku li wê derê rêxistin ava bûye. Heke rêxistina bajêr an navçeyê di nava 45 rojan de kongreya xwe li dar nexistibe fesx dibe. Di vê rewşê de yan dê rêvebiriya raser rêvebiriyeke nû tayin bike û rêxistinê ji nû ve ava bike yan jî dê rêvebiriya nû neyê tayînkirin û dê li wî bajar an navçeyê rêxistin tunebe. Heya 3-4 sal berê jî sîstem bi vî awayî dimeşiya. Lê rêxistinên me yên ku di salên dawîn de hatine damezrandin bi awayeke derqanûnî weke rêxistin nehatine pejirandin.

Ji hêla din ve lijneyên rêvebiriyê yên rêxistinên me yên ku hatine tayînkirin an kongreyên xwe li dar xistine, ligel ku lîsteyên xwe teslîmî amiriyên milkî yên cihî kirine jî van amiriyan lîsteyan neşandine bo Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Serdozgeriyê jî vêya weke hincet dîtiye û biryar daye ku li van deran “rêxistin tunene”.

Kareke din ku di demên dawîn de Serdozgeriyê daye destpêkirin jî ev e: Heke navnîşanên endamên me yên rêvebir ên ku hatine tayînkirin li gorî qeydên mernîsê(sîstema qeyda nifûsê) ne li bajar û navçeyên ku hatine tayînkirin be van endamên me weke rêvebir an endam nehatine qebûlkirin. Lê belê dê rêvebir ji hêla organeke raser ve bêne tayînkirin, dê biçin cihê xwe, dest bi xebatên xwe bikin, endaman qeyd bikin û piştî vana navnîşanên xwe li ser wê derê qeyd bikin. Hukmê qanûn nabêje ku bêyî qeyda navnîşanê kesek nikare li derekî bibe rêvebirê partiyê.

Astengkirina beşdariya hilbijartinan bo partiya me yekser encama şîroveya xelet û kêfî ya qanûnê ye. Ji ber kiryarên derqanûnî yên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind rêxistinên me yên li 41 bajar û navçeyên van bajaran tune têne hesibandin. Heta rêxistina me ya bajarê Enqereyê ya bi 23 salan jî tune tê hesibandin.

Jixwe bi Qanûna Partiyên Siyasî qaydeyên hilbijartinê bûne antîdemokratîk. Bi xêra şîroveyên kêfî yên burokrasiya darazê jî, tevî partiya me hin partiyên siyasî li derveyî hilbijartinan hatine hiştin, mafê kiryarên siyasî hatine astengkirin. Hemû tişt li aliyekî, di rejîmên kêm zêde demokratîk de qanûnên weke vêya tunene. Tişta ku awayên rêxistinbûn û xebatê yên partiyên siyasî diyar dike rêznameya wan e. Ne Serdozgerî, organên venêranê yên partiyan bixwe li partiyan vedinêrin. Ew bixwe biryarê didin bê ka dê çi wextî kongreyên xwe li dar bixin. Gava di pêkanîna rêznameyan de pirsgirêk rû bidin wan pirsgirêkan ji aliyê lijneya disîplînê ve, nebe ji aliye Dadgeha Hiqûqî ya Asliyê ve tê çareserkirin.

YSKê ne tenê bi awayeke derqanûnî rê li ber beşdarbûna hilbijartinan daye derheqê partiya me de. Bi vî awayî mafê dengdêrên ku dê dengên xwe bidin pariya me jî hatiye binpêkirin. Tew, rêzikên ku YSK û Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bo partiya me rewa dibîne ji bo partiya desthilatdar ne derbasdar in.

Em ê li hemberî vê sekna derqanûnî û dij-demokratîk ya ku me û dengdêrên me ceza kiriye, li ber xwe bidin. Em ê îtiraz û serlêdanên xwe yên qanûnî jî bikin û zû dereng dê demokrasî bi ser bikeve.

Navenda Giştî ya PARTIYA KEDÊ

*Lijneya Hilbijartinê ya Bilind

Paylaş: