CIPOML: Ji bo kar, nan û azadî, bijî 1ê Gulanê!

CIPOMLya ku ji Ekvadorê heya bi Fransayê, ji Burkina Fasoyê hey abi Hindê 29 partiyên siyasî û rêxistin di bin banê xwe de dihebîne û ji Tirkiyeyê jî Partiya Kedê tê de heye, bo 1ê Gulanê bangekê kir: Werin em têkoşînê berz bikin!

Konferansa Partî û Rêxistinên Marksîst-Lenînîst a Navneteweyî(CIPOML), bangekê kir û got “Werin di 1ê Gulanê de li seranserî cîhanê em ji bo karê bitemînat, nan û azadiyê têkoşînê berz bikin!”

CIPOMLya ku ji Ekvadorê heya bi Fransayê, ji Burkina Fasoyê hey abi Hindê 29 partiyên siyasî û rêxistin di bin banê xwe de dihebîne û ji Tirkiyeyê jî Partiya Kedê tê de heye, bo 1ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serdema pandemiyê de kapîtalîstan mêtîngerî û zexta li ser çîna karkeran û gelan zêde kiriye, pê re komek dewlemendan serweta xwe çend qat zêdetir kirine, rojê 25 hezar insan ji birçînan dimirin û loma divê 1ê Gulanê hêza rêxistî ya çîna karkeran nîşan bide.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû karker û kedkarên dinyayê 1ê Gulanê, yanê roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê ya Navneteweyî ya çîna karkeran dikin ku di şert û mercên tarîxî yên taybet de pîroz bikin. Temamê daxuyaniyê wiha ye:

BI PANDEMIYÊ RE MÊTÎNGERÎ û ZEXT HAT ZÊDEKIRIN

Hema hem ali hemû welatan bûrjûwaziya navneteweyî, emperyalîzm, dewletên kapîtalîst û hikûmetên bûrjûwa pişta xwe dan mercên sînorker ên pandemiya KOVID-19ê û mêtîngeriya kapîtalîst û zextên li ser çîna karkeran û kedkaran zêde kirine.

Awayên xebata bêpergal ên weke xebata bi wexteke kurt, destûra bêheq, kêmkirina heqdestan, diravdana xebata bi wexteke kurt bi hinceta pandemiyê bi awayeke fîîlî hatin pêkanîn, derxistina ji kar zêde bû. Di sala borî de bi deh milyonan insan ji karên xwe bûn, ji dahateke domdar mehrûm man.

Piraniya kesên ku ji karên xwe bûne, jin in. Di vê prosesê de jinan di dil de hes bi mêtîngeriya kapîtalîst û zexta duqat kirin. Di serî de şîdeta li malan, pê re her cure şîdeta li ser jinan û kuştina wan zêde bûn.  

Krîza kapîtalîst bi pandemiyê re bû yek û encamên neyînî derketin holê. Li hemberî van, di bin navê bergiriyên civakî de hikûmetên bûrjûwa ‘pakêtên aborî’ bi rê ve birin. Ev pakêt di eslê xwe weke amûrek hatin bikaranîn da ku dewlet pereyan bidin şîrketên yekdest ên kapîtalîst û ev hîn jî wiha ye. Di vê serdemê de karker û girseyên gel rasdestî bêkarî, xizanî û birçîbûnê hatin kirin, şîrketên yekdest ên kapîtalîst jî qezenca xwe çend qat zêde kirin. 

HEQPARÊZIYA HERÎ BIÇÛK TÊ TEPESERKIRIN

Êrîşkariya sermayeye ya di warê mafên demokratîk û azadiya siyasî de, ji êrîşkariya wê ya di warê aborî û civakî de kêmtir nîne. Heqparêziya herî biçûk a karker û kedkaran, xizanên li bajar û gundan, ciwan û jinan bi hinceta pandemiyê bûn sebebên qedexeyan û ev qedexe berdewam in. 

Çalakiyên xwepêşandanan û protestoyan ên gelan bi şîdeta polêsan, bi binçavkirin û hepskirinan biencam dibin. Li hin welatên weke Almanya, Fransa û Îngîltereyê dewletên kapîtalîst û hikûmetan gav avêtin da ku bergiriyên polîsiye yên bi vî awayî bi qanûnan mayînde bikin, rayeya polês û cendirmeyan berfirehtir bikin. Li welatên ku dergûşa ‘demokrasiya bûrjûwaz’ têne hesibandin jî paşverûtiya siyasî her xurt dibe, li hemberî çîna karkeran û mixalefeta gel a civakî kiryarên paşverû û faşîzan bêhtir têne bikaranîn.

DIJMINAHIYA KAPÎTALÎZMÊ YA LI DIJÎ INSANAN Û XWEZAYÊ ÊDÎ NAYÊ VEŞARTIN 

Gelî karkeran, gelî xwişk û birayan; kes nikae heya bi heya rastiyê veşêre! 

Prosesa pandemiyê kir ku rûyê rastîn ê bereya emperyalîzma kapîtalîst, hikûmetên bûrjûwa û sermayeyê ji aliyê karker, kedkar û gelên bindest ve bêhtir were dîtin. Ne mimkun e ku heya bi heya mêtîngeriya kapîtalîst û talana emperyalîst were veşartin, ne mimkun e bê veşartin ku ka kapîtalîzm sîstemeke çawa dijmin e ji bo insanan û xwezayê. Hela ku îro bêkarî û xizanî, zordestiya li ser gel hatiye zêdekirin, berberî hate geşkirin; di van mercan de ti demagojî, ti propagandaya tund nikare vê rastiyê binixufe. 

Loma jî rastî ji hêla derdorên berfirehtir ên karker û kedkaran ve tên dîtin û mixalefeta civakî bi pêş dikeve. Niha li gelek welatan herî zêde li dijî bêkarî û xizaniyê têkoşîn xurttir dibe. Ev nayê wê maneyê ku çîna karkeran û girseyên ku keda wan tê mêtin, kapîtalîzmê dipejirînin û naxwazin serdestiya şîrketên yekdest red bikin û wê bighuherînin. Berevajî vê yekê, her ku girse hay ji rastiyên civakî û hêza xwe dibin, daxwaza guherandina sîstema serdest a kapîtalîst dikin. 

Îro kapîtalîzm ji du hêlên berberî hev pêk tê. Li hêlekî çîna karkeran heye ku her çiqas dewlemendiyên civakî hildiberîne ji keda xwe re dibe biyanî û dibe xizan; li hêla din komek kapîtalîstên yekdest hene ku çîna karkeran dikin koleyên biheq û welatên bindest talan dikin, pê re sermaye berhev dikin û her ku diçe dibin kurtêlxur û pûç dibin.

DEWLEMEND SERWETÊN XWE DUÇENDÎ DIKIN, LÊ ROJÊ 25 HEZAR INSAN JI BIRÇÎNAN DIMIRIN

Li gorî rapora OXFAMê ya 2020an, di sala 2019an de li seranserî dinyayê serweta 2 hezar 153 kesan, ji serweta 4,6 milyar kesan zêdetir bûye. Serweta koma herî dewlemend ku ji %1ê dinyayê ye, ji du qatê serweta tevahî ya 6.9 milyar insanan zêdetir bûye.  

Di serî de Jeff Bezos, Elon Musk, Bernard Arnault; serweta 10 kesên herî dewlemend di navbera Adara 2020an û Berfanbara 2020an de 540 milyar dolar zêde bûye. Di serî de Zhong Shanshan û Ma Huateng, tevde 626 milyarderên Çînê hene û bi van, piştî DYEyê di rêza 2. de ye. Rapor nîşan dide ku bi qezenca 9 mehan a di dema pandemiyê de ya deh kesên herî dewlemend, mimkun bû ku temamê dinyayê gelek caran bên derzîkirin.  

Li aliyê din jî, di serî de li Efrîqaya jêrê Sahrayê û li gelek deverên dinyayê herêmên birçîbûnê hene. Li dinyayê her roj hema hema 25 hezar kes ji birçînan dimirin. Hejmara insanên birçî di sala 2019an de 10 milyon zêde bû û gihîşt 690 milyon kesî. Li Efrîqayê zarok antîbiyotîkên bi 1 dolarî nikarin bistînin, loma dimirin lê di sektora kozmetîkê de salê 200 milyar dolar pere tê xerckirin. 

Di navbera salên 2011-2017an de heqdestên rasteqîn hema hema qet zêde nebûn. Di dema pandemiyê de heqdest bêhtir kêm bûn û di serî de xwe gihandina derziyê û gelek pirsgirêkên din mezintir bûn.

WERIN EM DI YEKÊ GULANÊ DE HÊZA ÇÎNA KARKERAN NÎŞAN BIDIN! 

Ji Kamboçyayê ta bi DYEyê, ji Fransayê ta bi Hindê, ji Îtalyayê ta bi Ekvadorê, ji Yewnanistanê ta bi Şîliyê, ji Tirkiyeyê ta bi Brezîlyayê, ji Misrê ta bi Çînê, Bolîvyayê… Çîna karkeran li her deverên ku karibûye barîkatên hikûmetên bûrjûwa û burokrasiya sendîkal derbas bike, bi grev û berxwedanan hewl daye bersiv bide vê hovîtiya kapîtalîst.

Zêdekirina buhayê madeyên mezaxê yên bingehîn, zêdekirina bacan, derxistina ji kar, mercên xebat û jînê yên bi heqdestiya kêm û xizaniyê xirab bûn û bêewlehî, li gelek welatan kirin ku têkoşîna karkeran û girseyên gel berz bibe. Daxwazên kar, nan û azadiyê li seranserî dinyayê bûn sereke.

Ber bi 1ê Gulana 2021an ve, nakokiyên di navbeyna ked û sermayeyê de, yên di navbeyna emperyalîstan û gelên bindest de û yên di navbeyna emperyalîstan bixwe de gurtir bûne, îhtîmal zêde bûye ku “pevçûn” ji qada dîplomasiyê derbasî sehayê bibin. 

Yekê Gulanê ya milîtan û girseyî, li dijî sermayeyê hêza çîna karkeran dê nîşanî dinya alemê bide. Yekê Gulanê heke bihêz be, dê him ji bo çîna karkeran û gelên bindest, ji bo têkoşîna wan a pêşketîtir bibe moral; him jî dê mewziya têkoşînê bi awayeke pratîk gavekê bi pêş bixe.  

Maneya 1ê Gulanê ji bo çîna karkeran di serî de roja nîşandana hêza xwe ye li dijî cepheya sermayeyê. Loma divê çîna karkeran bi halê xwe yê herî rêxistî beşdarî 1ê Gulanê bibe. Bi qasî ku mimkun be, ji bo ku borukrasiya sendîkal 1ê Gulanê bêmane neke, divê li fabrîqe, kargeh û li her qadê bi hilbijartinên berfireh ‘komîteyên 1ê Gulanê’ bên avakirin. 

Heke çîna karkeran 1ê Gulanê li gorî maneya wê bi rêxistin bike dê ne tenê xwişk û birayên xwe yên ji çîna xwe ku mehkûmî bêkariyê hatine kirin, dê gundiyên ku nikarin hilberînê bikin jî, dê esnafên tarûmarbûyî jî, dê xizanên gundan û bajaran jî, dê ciwan û jinan jî li dijî sermayeyê û paşverûtiyê li kêleka xwe bibîne. Û dê 1ê Gulanê bibe hêzeke dehfdêr di têkoşîna çîna karkeran û ya gelan de.

Yekdestiya kapîtalîstan di warê mêtîngerî û talanê de sînornenas e, li hemberî nerazîtî û bertekan berê xwe daye zordestî û şîdetê. Li dijî van, îro du peywirên karkeran hene: li welatên xwe û di qada navneteweyî de xurtkirina yekîtiya çîna karkeran û bipêşxistina yekîtî û tifaqa xwe ya ligel gelên kedkar ên bindest.

Nexwe, ji bo pîrozkirina herî biîhtîşam a 1ê Gulanê li gorî maneya wê ya tarîxî, herne pêş!

Bijî 1ê Gulanê!

Bijî Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtina Navneteweyî ya Çîna Karkeran!

Em karê bitemînat, nan û azadî dixwazin!

Bijî 1ê Gulanê, Bijî Enternasyonalîzma Proletaryayê!

CIPOML – Konferansa Partî û Rêxistinên Marksîst-Lenînîst a Navneteweyî

SHARE