CIPOML*: Ne ku emperyalîzm û paşverûtî têk naçin

CIPOMLyê danişîna xwe ya 24. li Meksîkayê li dar xist û bangewaziya berxwedanê kir li dijî şer û çekdarbûnê ya ku ji aliyê emperyalîstan ve tê fîtkirin

Danişîna Giştî ya 24. a Konferansa Navneteweyî ya Partî û Dezgehên Marksîst û Lenînîst(CIPOML), du meh berê li Meksîkayê li dar ket. Yek ji beşdarvanên danişîna 24. ji Tirkiyeyê Partiya Kedê bû. Ji xeynî wê ji Tûnûs, Bûrkîna Faso, Denmark, Fransa, Spanya, Ekvador, Komara Domînîkê, Bolîvya, Perû, Kolombiya, Meksîka, Venezûela û Hindistanê nûnerên partî û rêxistinên Marksîst-Lenînîst beşdar bûn.

CIPOML di encamnameyê de bang li “Karkeran û gelan, şoreşger û komunîstan” kir û diyar kir ku hewcedarî pê heye karker û ciwan bar hilgirin ser xwe û li dijî şer û çekdarbûna ku ji aliyê emperyalîstan ve tê fîtkirin, têbikoşin. CIPOML got “Divê daxwaza aştiyê di warê mafên polîtîk û sendîkal ê gelan û karkeran de bibe yek, divê weke dozeke demokratîk a giştî bibe ala navneteweyî ya enternasyonalîzma proleteryayê” û dîsa bang li karkeran û gelan, pêşverû û demokratan kir da ku bibin yek û têbikoşin.

WÊ ENCAMÊN KRÎZA NÛ CUDA BIN

Di encamnameyê de hat gotin ku “Konferansê, rewşa navneteweyî nirxand û bal kişand ser peywir û berpirsiyariyên karkeran û gelan û bo pêşketina partî û rêxistinên me mijarên girîng nîqaş kir”. Konferansê got “Zêdebûna nakokiyên pergala emperyalist a kapîtalîst ji aliyên aborî, polîtîk, civakî û xerakirina xwezayê ve jî pergalê dihejîne û tesîr li milyonan karker, welatên berbend, gel û neteweyên bindest dike”. Konferansê bal kişand ser wê yekê ku encamên van rûdanan, encamên krîzeke nû ya aborî dê ji yên sala 2008an girantir û xedartir bin.

Di encamnameyê de hat gotin ku “Di navbera hêzên emperyalîst de rageşiyên giran rû didin, ji ber vê rewşê bo jinûve parvekirina dinyayê li hemû parzemîn û herêman amadekariyên şer têne kirin, hemû welat bêhtir çekdar dibin, aborî û civak mîlîtarîze dibin û vê rewşê her diçe berbelav dibe”. Konferansê qala encamên vê rewşê yên cuda yên li parzemînên cuda kir û bal kişand ser wê yekê ku wekî mînakên Amerîka(Trump) û Brezîlyayê(Bolsanaro), li hin welatan bûrjûwaziyê dev ji polîtîkayên sosyal reformîst berdaye, ji bo desthilatdariya xwe xurttir bike her ku diçe bêhtir berê xwe dide polîtîkayên dij-biyanî û neteweperest; berê xwe dide rejîmên rastgir, otorîter, faşîzan û faşîst.

KEDKAR LI HEMBER ÊRÎŞAN DISEKININ!

Di encamnameya CIPOML de, hat diyar kirin ku li hemberî meylên paşverû û faşîst û rejîmên faşîst çîna karkeran, ciwan û gel bi parêzvaniya azadî, demokrasî, mafên mirovan û mafên sendîkal têdikoşin.

Hat gotin ku “Li gelek welat û li hemû parzemînan karker grevan li dar dixin, bo îstîhdameke mayînî û li dijî xebata demborî; li dijî buhabûnê, li dijî bacên nû, li dijî zemê, li dijî buhayê zêde yê xaniyan çalakiyên girseyî li dar dikevin. Ciwan çalakiyên girîng li dar dixin, bo azadiya gelemperî û parêzvaniya mafên mirovan pêşandanên girîng û xurt li dar dixin. Jin jî li dijî pêkutî û ciyawaziyê bi awayeke wêrek derdikevin pêş, di 8ê adaran de li gelek welatan grevên navneteweyî li dar dixin.”

Encamname wê tespîtê dike ku tevgerên karkeran û gelan hêj ne weke tevgerên giştî û biîstîkrar in û hêj jî di asta navneteweyî de îzole û berbelav in û wiha hate gotin “Ligel vêya ev tiştên ku rû didin potansiyela tevgera karkeran, gundiyên xizan, ciwanan, jinan, gel û neteweyên bindest nîşan didin û derfetên pêşveçûna tevgera şoreşger a karkeran piştrast dikin.”

DIVÊ KARKER BARÊ TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ JÎ HILGIRIN

Di encamnameyê de hat gotin ku “Li dijî şerê emperyalîst, şerên êrîşkar û çekdarbûnê divê karker û ciwan barê têkoşînê hilgirin; divê parêzvaniya aştiyê di warê mafên polîtîk ên gelan û mafên sendîkal ên karkeran de bibe yek, divê weke dozeke giştî ya derdorên demokratîk bibe ala navneteweyî ya enternasyonalîzma proleteryayê” û wiha hate berdewamkirin “Parêzvaniya azadiyên demokratîk, mafên neteweyî û mafên mirovî yên ku derdoreke girîng a demokrat û pêşverûyan dihundirîne; mixalefeta li dijî polîtîkayên paşverû û faşîzan, têkoşîna eniya dij-faşîzmê perçeyeke daxwazên karker û ciwanan in û li dijî emperyalîzmê pêwîstiyên têkoşîna şoreşger û sosyalîst in.

Wiha hat diyarkirin “Em weke Marksîst-Lenînîstan, li dijî faşîzm û emperyalîzmê şerkerên hevgirtî ne, em ji bo avakirina eniyeke antîfaşîst û demokratîk a neteweyî û navneteweyî têdikoşin”

DEM DEMA YEKÎTÎ Û TÊKOŞÎNÊ YE

Di encamnameyê de wiha hat gotin “Têkoşîna li dijî hegemonyaya emperyalîst, peywira dîrokî ya gelên bindest û antîemperyalîstan e, li hemû welatan jî berpirsiyariyeke jêveneger e bo komunîstan. Em vê berpirsiyariyê bi awayeke biryardar li xwe digirin” û girîngiya destekkirin û piştevaniya mafê diyarkirina çarenûsa xwe(self determînasyon) hate îfadekirin. Weke gotinên dawîn wiha hat gotin “Em weke şoreşgerên proleteryayê yên di bin banê Konferansa Navneteweyî ya Partî û Dezgehên Marksîst û Lenînîst(CIPOML) de birêxistinbûyî, biryardariya xwe ya bo xurtkirina partiyên xwe, bo yekîtiya komunîstan careke din diyar dikin. Ne ku kapîtalîzm û emperyalizm têk naçin.

Yekîtî û têkoşîna karkeran û gelan, sekneke hevgirtî ya komunîstan û şoreşgerên din wê zincîrên emperyalîzmê, di ber helqeya wê ya herî qels de bişikînin” û pê re bang li karkeran û gelan, pêşverû û demokratan hat kirin da ku li dijî emperyalîzmê û fîtkirina paşverûyan bibin yek û têbikoşin”.

*Konferansa Navneteweyî ya Partî û Dezgehên Marksîst û Lenînîst

SHARE