Di roja azadiya gelan de, di Newrozê de JI DESTHILATDARIYA NÛ YA DEHAQ RE NA!

Tê gotin ku bi navê Dehaq qralek hebûye û zilm li gel kiriye. Vî zalimî her roj xwîna du ciwanan xwestiye. Roj hatiye, bi pêşengiya Kawayê hesinkar li dijî vê zilmê gel serî hildaye. Roja ku Dehaq bi giranê Kawa hatiye kuştin û li qesra xwe hatiye binerdkirin li çarmedor agirê azadiyê hatiye vêxistin. Ew roj û ev roj, 21 Adarê weke rojeke nû, weke cejna berxwedan û azadiyê ya li hemberî dîktatorên zalim hatiye pîrozkirin…
Îro jî zalimên ku bûne belaya serê me, ji xeynî şer, mirin, birçîtî û zilmê tu tişt nadin me. Eynî wekî Dehaqê di efsaneyê de navê wî derbas dibe. Ew kesên ku niha bi navê “Serokatî”yê” dixwazin “rejîmeke Dehaqî” saz bikin, sekna demokratîk û aştiyane ya gelên me ku di 7ê Hezîranê de nîşan dabûn tune hesibandin. Ji ber ku xwînxwar in “pêvajoya çareseriyê” bidawî kirin û dest bi şer kirin. Wekî ku tecrubeyên nebaş ên 30 salên dawî ne bes bin, bi ser de bajarên mezin jî tarûmar kirin. Dîsa me bi hezaran ciwanan da berdêla vî şerî. Bi sedhezaran kes ji cih û warên xwe bûn…
Çavên wan pê bar nebû bi ser de, piştî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê qaşo ji bo têkoşîna li dijî darbekaran OHAL îlan kirin lê vê carê kesên ku bi dengên gel hatine hilbijartin, ji xwe re kirin hedef. Kurd heya niha herî mexdûrên darbeyan bûn lê ew kesên ku qaşo li dijî darbekaran têdikoşin hevserokên HDPê û parlementerên wê desteser kirin, ji bo hema hema 80 şaredariyan qeyûm tayîn kirin. Hevşaredar jî tê de bi hezaran siyasetmedarên Kurd xistin girtîgehan. Bi hezaran karker-karmendan ji ser karên wan bi dûr xisitin. Lê yên ku ji darbekaran re(FETO) digotin “çi xwestin ku me neda wan” û 11 sal bi wan re hevkariyê kirin ew bûn.
Piştre destkeftiyên gelê me yê Rojava bo xwe weke tehdît dîtin û bo avakirina ‘herêma tampon’ Sûriyeyê dagir kirin.
Û bi MHPê re ‘koalîsyona şer’ ava kirin û ‘makeqanûna serokatiyê’ bi meclîsê dan pesendkirin. Niha dibêjin ku dê hemû desthilat di şexsê kesekî de bê temsîlkirin. Ew gava bixwaze dê meclîsê bide girtin, dadger û dozgeran ew ê tayîn bike, li gorî kêfa xwe ew ê bi ‘Biryarnameyên di hukmê qanûnê de’ welat bi rê ve bibe. Her gotina wî dê bibe qanûn; kîjan şaredariyê bixwaze ew ê qeyûm lê tayîn bike, kîjan komele-sendîkayê bixwaze ew ê bigire, gava bixwaze ew ê grevan qedexe bike. Yano weke Dehaq her çi bixwaze ew ê bike.
Di referandûma 16ê Nîsanê de dixwazin ku em bo ‘Makeqanûna Dehaqî’ dengê ‘erê’ bidin. Bi OHALê dixwazin dengên ‘na’ tune bihesibînin. Bi qedexekirina daxuyanî, çalakî û xwepêşandanan dixwazin ku ji xeynî wan dengê tu kesî dernekeve.
Îro heke em dixwazin ruhê berxwedan û azadiyê yê Newrozê hebe divê em li dijî dîktatoran, ji bo referandûmê, ji bo dengê ‘NA’ kuçe bi kuçe, mal bi mal bi rêxisitin bikin.
Em di NEWROZê de têkoşîna dahatûyeke demokratîk û azad a gelên xwe xurt bikin; ew kesên ku ji xeynî şer, zilm û xizaniyê tu tişt pêşkêşî me nakin em di referandûmê de, bi dengên ‘NA’ BISEKINÎNIN!’
Ji makeqanûna rejîma Dehaqî re NA!
Ji bo azadî û aştiyê, Newroz pîroz be!

PARTIYA KEDÊ

SHARE