Divê ciwan li dijî şer têbikoşin

Divê ciwan li dijî şer têbikoşin

Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan li Bûcayê beşdarî panela ciwanan bû û di panelê de got “Şer herî zêde pêşeroja ciwanan tune dike” û anî ser ziman ku divê hemû derdorên ciwanan ji bo aştiyê bên cem hev.

Komeleya Çandê ya Ciwanên Elewî û Ciwanên Kedê li navçeya Bûcayê ya Îzmîrê bi serenavê “Ciwan li ser aştiyê dipeyivin” panelek lidar xistin. Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan û Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Ciwanên Elewî Zeynel Abidin Yildiz wek axaftvan beşdarî panelê bûn û di panelê de mijara “Ji bo bidestxistina aştiyê divê ciwan çi bikin, çawa bikin?” hat nîqaşkirin.

‘DÊ CIWANÊN ELEWÎ LI DÛ AŞTIYÊ BIN’

Zeynel Abidin Yildiz ê ku axaftvanê ewil bû anî ser ziman ku hukûmet berdêla parastina desthilatdariya xwe bi gelan dide dayîn û wiha got: “Bi qetlkirina kesên ku wek wê nafikirin şer pêk tîne. Em wek ciwanên Elewî dê her li dû aştiyê bin. Ji bo ku jiyaneke aştiyane pêk were çi ji destê me bê em ê bikin. Li cihê ku aştî lê tunebe em nikarin behsa mirovahiyê, behsa gelan û biratiya wan bikin. Şerê li rojhilat li rojava jî rû dide. Êrîşî malên cemê dikin. Îro li ser serê karkerên vî welatî jî şer heye. Êdî em mecbûr in ku van gotinên xwe bikin pratîk. Gava hemû gelên bindest bên cem hev aştî pêkan dibe”.

‘DIVÊ HEMÛ DERDORÊN CIWANAN BÊN CEM HEV’

Seroka Giştî ya Partiya Kedê îfade kir ku siyaseta mezhebperest û nijadperest a hukûmetê herî zêde derb li ciwanan dixe û wiha got: “Di nav ciwanan de cihêtiyê pîj dikin. Li dijî hewldanên dabeşkar ên di nav ciwanan de yên hukûmet û serdestan, ji bo parastina pêşroja me, peywir û berpirsiyariya hemû ciwanan heye ku bên cem hev û têkoşîna xwe bikin têkoşîneke hevpar. Têkoşerên kedê, têkoşerên baweriyan; kurdên ku bo kêşeya kurd daxwaza çareseriyeke demokratîk dikin, jinên ku bo wekheviyê têdikoşin û ciwanên ku dixwazin pêşeroja xwe biparêzin dê rê li ber Tirkeyeyeke demokratîk vekin”.

Rojnameya Evrenselê