Divê êrîşên siyonîst demildest bên rawestandin!

Siyonîst li rojhilatê Qudsê berdewam milkên filîstîniyan xesp dikin û li şûna wan bi cî dibin. Rojhilatê Qudsa dagirkirî, şêniyên Taxa Şêx Cerrah ên filîstînî bi darê zorê têne koçberkirin, ji ber vê bi rojan rageşî didome. Li rojhilatê Qudsê berdewam cihû têne bicîkirin. Ji aliyê din ve siyonîstan di 9-10ê Gulanê de ku salvegera dagirkirina rojhilatê Qudsê ye û weke “Roja Yekîtiya Qudsê” bi nav dikin, bi vê hinceta provokatîf li kolanên rojhilatê Qudsê xwepêşandanan li dar xistin, bang kirin ku bi ser Mescîd-î Aksayê de bigirin û gelê Filîstînê tehdît kirin. Van kiryaran rewşa siyasî ji nû ve aloz kir.  

Gelê Filîstînê li hemberî vê zext û tehdîtê bertekan nîşan da. Li hemberî tehdîta biserdegirtina Mescîd-î Aksayê dest bi nobetê kir. Polêsê Îsraîlê jî, ji dêvla ku pêşiya êrîşkarên siyonîst bigire, wan rawestîne, di 7ê Gulanê de di dema nimêja terawîhê de bi bombeyên deng û guleyên plastîk erîşî cimeta filîstîniyan a li Mescîd-î Aksayê kir. Heyva Sor a Filîstînê ragihand ku ji ber midaxileya polêsên Îsraîlê 205 filîstînî birîndar bûne. 

Misilman Mescîd-î Aksayê weke mekaneke pîroz dibînin û meha Remezanê ji bo wan meheke pîroz e. Êrîş li vê mekanê û di vê mehê de pêk hat. Loma berteka filîstîniyan zêdetir bû.  

Ji ber DYEyê, Qudsê weke paytexta Îsraîlê qebûl kir, Îsraîl di warê êrîşkariyê de îro wêrektir e.

Divê dewleta Îsraîlê ya dagirker demildest dawî li êrîşên xwe bîne. Divê ji rojhilatê Qudsê û deverên din ên dagir kiriye, vekêşe. Di serî de DYE û dewletên emperyalîst ên din ku destek û cesaret didin Dewleta Îsraîl a dagirker û êrîşkar, divê dev ji destekên xwe berdin.

Em ligel gelê Filîstînê ne ku axa xwe ya dagirkirî diparêze. Em li ser rêya Deniz Gezmiş û hevalên wî ne ku bi awayeke enternasyonal hevlariya gele Filîstînê kirin. 

Bila êrîş û provokasyonên Îsraîlê bidawî bibin.

Bila dagirkerî bidawî bibe, Filîstîn azad bibe.

PARTIYA KEDÊ

Navenda Giştî

SHARE