EM Ê TESLÎMÎ TARÎTIYÊ NEBIN: WÊ RONIYA TÎROJÊ QET KÊM NEBE

Tîroja ku nezîkî 15 salan e li ser çand û hunera kurdî û siyasetê weşanê dike, digel kovarên weke Evrensel Kultur û Ozgurluk Dunyasi û digel rojnameyên weke Azadiya Welat, Ozgur Gundem û digel ajansên weke DIHA û JINHA, hemû tevde digel 15 sazî û dezgeyên medyayê bi biryarnameyek hate girtin.

 

Tîroj, ji roja ewil ve bi rabirdûya ziman û edebiyata kurdî, bi dîrok, muzîk, helbest, rism, sînema û weşangeriya kurdan xurt bû û bi xwe jî ji rewşenbîr û hunermendên kurd re bû eniyek. 82 hejmar bi vê hewldana xwe xwest ku him tevkariya pêşveçûna çanda kurdî bike, him jî neteweyên din çanda kurdî binasin. Hemû rewşenbîr û hunermendên ku feraseta desthilatdaran qebûl nekirin û parazvaniya pirzimanî û pirçandîtiyê kirin, bi rêya Tîrojê fikr û ramanên xwe gihandin xwîneran.

Heke hejmara 83. biweşiya we dê bidîta ku nivîsa ewil a zimanzan Necmiya Alpayê ye, Necmiye Alpay a ku ji ber parazvaniya aştiyê niha li girtîgehê ye.

Heke rê li ber me nehata girtin di dosyeya hejmara xwe ya 83. de me dê li ser aştiyê nîqaşek bikira û vê pirsê bikira “Tiştê ku li Kolombiyayê pêkan e çima Tirkiyeyê ne pêkan e?”

 

Lê ew kesên ku ji rastiyê, ji lêpirsîneriya hunerê ditirsin bi hinceta “teror”ê dest dirêjî çand û hunera kurdan kirin û Tîrojê girtin.

Ew kesên ku bi biryarnameyan Tîrojê girtin, dibêjin qey dê hêza huner û edebiyata kurdî bi qedexeyan têk biçe?!

Heke fikra wan ev be piçek mejî di serê wan de tuneye.

Tîroj, navê xwe ji tîrojên rojê digire. Ma kê dikare bibêje ku tîroja çand û hunera kurdan wê vemire!

Tîroj xwedî şewqê ye û dê ji vir û pê ve jî dora xwe ronî bike!

 

Nûnerê Amedê yê Kovara TÎROJê

                                                                                                               Reşo Ronahî

SHARE