LI EFRÎNÊ BIRATIYA GELAN TÊ BOMBEBARANKIRIN, TIRKIYE BER BI MEXERIYA ŞER A HERÊMÎ VE TÊ KAŞKIRIN

Operasyona Efrînê ya ku piştî amadekariyên dûdirêj hate destpêkirin, ji alî desthilatdaran û medyaya wan ve wekî serfiraziyekê tê pîrozkirin. Berî niha derdora milyonek insan ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyabûn û xwe spartibûn Efrînê. Niha bi ser van sivîlan de bombe tê barandin, berdevkên desthilatdariya Erdogan jî wekî ku henekên xwe bi hemû dinyayê bikin behsa “azadkirina Efrîna” ku bi destên Kurdan û bi destên gelên din ên wê herêmê bi awayeke demokratîk tê birêvebirin, dikin. Lê bi vê operasyona ku wekî “Şaxa Zeytûnê” hatiye binavkirin di navbera gelên Kurd û Tirk de dijminahî tê pêşkarîkirin, bi vê operasyonê Tirkiye ber bi nava mexeriya şer a herêmî ve tê dehfdan.

Tehdît; gelên bindest ên herêmê nîn in, emperyalîzm û hevkarên wê ne!

Ev operasyona ku ji alî serokkomar û berdevkên desthilatdariyê ve armanca wê weke ‘ewlehiya milî’ hate bilêvkirin ancax piştî ku ligel Rûsyayê bazar hate kirin û leşkerên Rûsyayê ji Efrînê derketin dest pê kir. Yanê Rûsyaya ku li Sûriyeyê li hember Amerîkayê bo desthilatdariya xwe hewl dide, îro ji ber ku bi kêrî berjewendiyên wê dihat destûr da vê operasyonê. Lew bi destûra vê operasyonê armanca Rûsyayê ew e ku ji hêlekî ve Tirkiyeyê û Amerîkayê(dijberê Rûsyayê) bêhtir bîne hemberî hev, ji hêlekî din ve jî Kurdên Rojava bixe tengasiyê û ewan bo çareserkirina aloziya li Sûriyeyê li ser a xwe qayîl bike.

Eşkere ye; ew kesên ku welat ber bi şerê desthilatdariyê yê navbera emperyalîstan ve dikişînin, bi ‘erê’ya hêzeke emperyalîst xwişk û birayên me yên li Sûriyeyê bombebaran dikin, welat dixin nav tehdît û xetereyên girantir. Ji ber vê yekê xwişk û biraderên me yên kurd ên ku li bakûrê Sûriyeyê, li Rojava li hemberî DAIŞ û çeteyên cîhadperest têkoşiyan û bi gelên din re rêveberiyên demokratîk ava kirin, ji bo gelên Tirkiyeyê tehdit nîn in. Emperyalîstên ku sed sal in dijminahiyê dixin nava gelên bindest ên Rojhilatanavîn û îro dijminahiya desthilatdariya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û hevkarên wan ên herêmî; tehdîtên rastîn in.

Şerê li hemberî kurdan dînamît dixe bin jîna pêkve

Îro sedema ku desthilatdariya Erdogan, rêveberiya demokratîk a kurdên Sûriyeyê(ku tim dibêjin em amade ne guftûgo bikin li gel Tirkiyeyê) wekî tehdît dibîne ev e; desthilatdariya Erdogan kêşeya kurd a li welatê xwe çareser nekir, li ser polîtîkayên zext û zordariyê israr kir. Lê van polîtikayan him welat ber bi gerîneka şerê herêmî ve dikişîne, him jî di nava welat de dînamît dixe bin şert û mercên jîna pêkve ya gelen Kurd û Tirk.

Desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe şer li me ferz dikin!

Desthilatdar li cihê ku çareseriyeke aştiyane ligel kurdên Sûriyeyê û gelên herêmê û çareseriyeke demokratîk di nava welêt de pêk bînin, bi israr in ku welat bikin perçeyeke planên emperyalîst.

Lew desthilatdariya Erdogan a ku qedera xwe bi MHPê re kir yek, operasyona Efrînê ne ji bo mayîndetiya welat lê ji bo mayîndetiya xwe wekî gaveke mecbûrî dibîne. Hewl dide ku vê operasyonê wekî meseleyeke ‘ewlehiya milî’ nişan bide û mecbur bihêle ku her kes li pey wî saf bigirin û ne tenê kurdan her kesên ku li hemberî desthilatdariya wî parazvaniya demokrasî, aştî û jîneke insanî dikin bixe bin zext û zordariya xwe. Eşkereye ku rewşa awarte(OHAL) ya ku wextê wê cara 6. hate dirêjkirin û biryarnameyên di hukmê qanûnê de(KHK) ku bo alîgirên desthilatdariya Erdogan bi hinceta “têkoşîna li hember terorê” rê li ber efûya qanûnî vedike, dixwaze bi vê armancê bi kar bîne.

Werin em, li herêmê têkoşîna bo aştiyê û li welat têkoşîna bo demokrasiyê xurt bikin!

Em wekî Rêxistina Herêmê ya Partiya Kedê, bang li gelê Tirk û li hemû karker û kedkarên vî welatî dikin da ku ji operasyona Efrînê re, ya ku ji alî desthilatdariya xweperest ve hate destpêkirin, bibêjin ‘raweste’. Em bang li hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê dikin da ku em hemû bi hev re li hemberî bombebarankirina biratiya gelan li Efrînê, li hemberî dehfdana welat ber bi mexeriya şer ve, li herêmê bo aştiyê û li welat jî bo demokrasiyê têkoşînê xurttir bikin.

Mehmet Turkmen

Cîgirê Seroka Giştî

 

SHARE