Li hemberî krîzê, şîdetê û newekheviyê Yekîtiya me hêz dide me!

Partiya Kedê dê heta 8ê Adarê li her derê, ligel jinên karker û kedkar bicive: Li hemberî krîzê, şîdetê û newekheviyê yekîtiya me hêz dide me!

Îsal Roja Jinên Kedkar a Cihanê, yanê 8ê Adarê di bin tesîra giran a krîza aborî de nêzîk dibe. Jinên ku kar û barên giran û şert û mercên jiyanî yên dijwar, şîdet, ciyawazî, desteserkirina mafan herî zêde tesîr li wan dikin bi heman awayî tesîra krîzê ya herî giran jî li ser wan e. Serdestên ku hemû barê krîza kapîtalîzmê dixin stuyê malbatên kedkar û xizan, dibêjin “Jin lokomotîfa malê ye” û bi vê gotinê li xwe mikur tên ku li gorî wan divê
herî zêde jin vî barî hilgirin. Feraseta ku newekheviya jin û mêran weke fitrat dibîne, digihê feraseta ku krîzê weke qeder dibîne û hestên neçariyê peyde dikin ligel jinan.
Birûberîhevxistina siyasî, dibe asteng ku jinên xwedan heman pirsgirêkan bêne cem hev û vê yeke dike ku jin ji hev bawer nekin, bi tenê bimînin û hêza wan a guherandin û veguherandinê qels bibe.

Lê belê him dîrok, him jî têkoşînên îroyîn nîşan didin ku gava jin bo pirsgirêkên xwe yên hevpar bêne cem hev, pişta hev bigirin û bo daxwazên xwe yên hevpar têbikoşin hêzeke mezin derdikeve holê. Ji ber vê yekê îsal heta 8ê Adarê em weke Partiya Kedê ji bo ku em pirsgirêkên ku ji ber krîzê him di nav kar û bar de, him jî li malê li jiyana jinên karker û kedkar zêde bûye derxin rastê, ji bo ku em daxwaz û hêviyên hevpar ên jinan li ber çavan raxin û ji bo ku em hembextiya bi birûberîhevxitinê nedîbar bûyî xuya bikin em ê li her derê welat ligel jinên karker û kedkar bicivin.

Em ê ligel jinên karker ên ji hemû sektoran, ligel jinên ku di kar û barên fermî de dixebitin, ligel jinên ku li malan dixebitin, ligel jinên ku rojane bi heq kar û barê malan dikin, ligel jinên ku bi yewmiye dixebitin, ligel jinên parêzer ên heqbidest, ligel jinên mimar û endezyar, ligel jinên ku karên demsalî û demkî dikin, ligel jinên ku kar û barên çandiniyê dikin bicivin. Bi vê yekê me armanc ew e ku em tesîra aborî, civakî, derûnî ya krîzê ya li ser
jinan derxin holê, em rê û rêbazên berxwedana li hember krîzê raçav bikin, têkiliya di navbera krîz û şîdeta li hember jinan û zarokan xuya bikin û em tespît bikin ka krîz çi tesîrê li têkiliyên navmalbatî dike.

Me armanc ew e ku bi berfirehî, ligel gelekî jinên karker û kedkar ên ji beşên cuda yên kar, ji sektor û statuyên cuda, ji derdorên civakî yên cuda bêne cem hev. Em ê encamên ku ji van hevdîtin û civînan binizilin di 8ê Adarê de weke raporek ragihînin raya giştî. Em difikirin ku van civînan dê ne bi tenê derheqê şert û mercên giran ên kar û jiyanê de tabloyek derêxe, wê bibe palpişteke têkoşîna jinên karker û kedkar jî li hember krîzê.

Jin wê di 8ê Adarê de gotinên xwe yên li dijî krîzê, bêkariyê, xizaniyê, şîdetê û newekheviyê bi awayeke xurttir bi lêv bikin:

Li hemberî krîzê, şîdetê û newekheviyê

Yekîtiya me hêz dide me!

PARTIYA KEDÊ

NAVENDA GIŞTÎ

SHARE