Newroz; banga aştî û biratiyê ye!

Newroz; banga aştî û biratiyê ye!

Newroz, ji serdemên herî kevn û vir de ye li Rojhilatanavîn weke cejna aştî û biratiyê tê pîrozkirin. Ji ber hindê timî bûye wesîleya daxwaz û têkoşînên gelên herêmê. Newroz ne bi tenê pîrozbahî ye, di heman demê de ew roj e ku gelên herêmê li hember tehde û tundiyê sloganên azadiyê qîriyane.

Li Rojhilatanavîn şerê parvekariyê yê hêzên emperyalîst berdewam e û Newroz îsal jî bi atmosfereke wisa yê siyasî re rûbirû ye. Ev şer bûye sedem ku bi milyonan insan ji war û welatên xwe bibin, gelek insan bimirin, gelek malbat berbelav bibin û xizaniyeke giran rû bide. Ev hêna jî berdewam e. Rejîma li Tirkiyeyê ku di dest zilamekî de ye, welat ber bi dijberî û pevçûnên di navbera emperyalîstan ve dehf dide û vê politikaya xwe didomîne. Desthilatdarên siyasî, ber bi hilbijartinan ve, bi pîjdanên şoven ên netewperest dijminahiya li dijî kurdan kûrtir dike û dike ku bi xêra vê encameke baş derêxe ji bo xwe.

Rejîma ku di destê zilamekî de ye, dijberî û ciyawaziya di nav civakê de ji bo rêveberina welat ji xwe re bike amûr. Bi ser de jî qeyrana aborî ya ku roj bi roj tesîra we bi zam, bêkarî û xizaniyê her bêhtir tê dîtin, girantir dibe û bi vê giraniyê berdewam e.  Rejîma ku di destê zilamekî de ye û ‘Tifaqa Cumhur’ ber bi hilbijartinên mehellî, ji bo ku berpirsiyariya rewşa aborî û siyasî ji stûyê xwe derêxe, xwe diavêje bextê peyva ‘beka’yê û dike ku kurdan jî li hember vê nîşan bide. Desthilatdariya ku li hundir di warê kêşeyea kurd de li ser polîtîkayên zext û tundiyê biisrar e, kurdên Sûriyeyê jî weke tehdîtek dibîne û her dil dike ku midaxileyî rojhilatê Feratê bike. Desthilatdariya Erdoganê ku çendekî berê xwe weke “antî-emperyalîst” îlan kir, ji ber vê polîtîkaya xwe ya midaxileker di navbera NYE û Rûsyayê de maye û welat bêhtir kiriye muhtacî emperyalîstan.

Polîtikayên şerr û midaxileyê yên emperyalîst ku ji xeynî şerr, kuştin û koçberiyê nedaye gelên herêmê; siyaseta ciyawaz a ku gelan li hev dike dijmin; polîtîkayên nifûsê yên ku bi jevveqetandina ol, mezhep û komên etnîk tên birêvebirin… Li hemberî van Newroz dîsa dê bibe roja xurtkirina yekîtî, têkoşîn û hevgirtinê.

Bi vê wesîleyê em destnîşan dikin ku divê hêzên biyanî yên li Sûriyeyê û li Rojhilatanavîn vekişin û divê dahatûya Sûriyeyê û herêmê bi destên gelên vir bêne diyarkirin. Em bi van daxwazan Newroza gelên herêmê pîroz dikin.

Ji bo Rojhilatanavîn bi xeyalên dagirker û fersendkar xirab nebe û her di nav aştiyê de be; ji bo welateke wekhevîperest ku her kesên ji ol, ziman, netewî karibin lê xwedî heq bin; ji bo bidawîkirina îstîsmara bi ol û al; ji bo parastina demokrasî, aştî û biratiyê li hember polîtîkayên cudaker û li hember zext û zordariyê em ê têkoşîna her bidomînin.

Bijî Newroz!

Newroz Pîroz Be!

SELMA GURKAN

Seroka Giştî

Paylaş: