Partiya Kedê: Em ê di hilbijartinan de destekê bidin Selahattin Demirtaş û HDPê

Partiya Kedê, di civîna Lijneya Rêvebir a Giştî de sekna xwe ya bo hilbijartinan zelal kir. Piştî civînê Selma Gurkana Seroka Giştî ya Partiya Kedê bo Evrenselê axivî. Gurkanê destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHPê ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikevin hemû rê û rêbazan dixebitîne. Gurkanê “tifaqa cumhur” a ku bo hilbijartina serokdewletî û parlementoyê û tifaqa ku ji aliyê CHP, SP, İyi Parti û DP ve bo hilbijartina parlementoyê hatî avakirin, nirxand û got ku benda hilbijartinê hatiye wê radeyê ku bi tenê bo sekinandina HDPê ye. Gurkanê diyar kir ku dê Partiya Kedê bo hilbijartina serokkomariyê destekê bide Selahattin Demirtaş, bo parlementoyê jî destekê bide HDPê û lê zêde kir ku dê bo xurtkirin û hevparîkirina têkoşîna demokrasiyê her bixebitin.

VESAZKIRINÊN NE MEŞRÛ LI PEY HEV TÊN

52 roj man bo hilbijartina serokkomariyê û parlementeriyê. Ji hêlekê ve namzet, ji hêleke dî ve tifaqe eşkere dibin. Piştî tifaqa AKP-MHP û BBPê, CHP, İyi Parti, Saadet Partisi û Demokrat Parti jî biryara tifaqê dan, tê payîn ku dê protokola tifaqê roja şemiyê were îmzekirin.

HDP li derveyî vê lêgerîna tifaqê sekinî û derheqê wê de nîqaşa bendê heye. Partiya Kedê ya ku banga tifaqa demokratîk û namzeteke hevpar kiribû, biryara xwe daxuyand. Piştî civîna Lijneya Rêvebiriya Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkana Seroka Giştî bo Evrenselê axivî û diyar kir ku hikûmet di nav tengasiyekê de ye û ji ber ku dixwaze ji vê tengasiyê xilas bibe hilbijartina pêşxwext weke çareseriyê dibîne. Gurkanê bi bîr xist ku qedexeyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind(YSK) bo serokkomar derbasdar nîn in û wiha got: “Hikûmet di meseleyên aboriyê û polîtîkaya navxweyî û navdewletî ketiye tengasiyê. Ji ber vê yekê biryara hilbijartina pêşwext da û bi vê ve girêdayî jî pêvajoya hilbijartinan birêve dibe. Erdogan ji qedexeyên hilbijartinê cihê tê girtin, ji bo angaşt û nîqaşên derheqê dîplomasiyê de bêne bidawîkirin biryara hilbijartinê tê dayîn û gelek vesazkirinên ne rewa bilêzûbez dikevin têne rojevê.”

JI GEFÊN BAHÇELI XUYA YE KU HILBIJARTINEKE ÇAWA LI BER ME YE

Gurkanê diyar kir ku Bahçeli gefan li dengdêran dixwe da ku îmze nedin berendaman û got ku “Erdogan bibîr dixe ku di 7ê hezîranê de bi tena serê xwe nekariye bibe hikûmet û kesên ku dê dengên xwe nedin wî û tifaqa wî tehdît dike. Ka hela bibîr bînin bê me piştî 7ê hezîranê çi dît û çi nedît. Pevçûnên li vî welatî, operasyonên bi navê mucadeleya li dijî terorê, bajarên hatî xerakirin, teqîna bombeyan, xwîn, hêsir. Ha, bi vê aloziyê gefan li gel dixwe. Erdogan û Bahçeliyê şirîkê wî, bi awayeke eşkere tehdît dikin ku kesên 100 hezar îmze bidin bo bernamzetiyê dê bêne sûcdarkirin. Meriv dikare evan mînakan zêde bike. Lê evana, mînakên balkêş in bo nîşaneyên çawaniya hilbijartinê. Hikûmeta AKPê nîşan dide ku ji bo serkeftina xwe û serokatiya Erdogan bi rêvebirina OHALê û weşandina KHKyan, di şert û mercên neheqanî de, bi rêbazên weke tehde, gef û şantajê her rê û rêbazê biceribîne.

BENDAV HATIYE WÊ RADEYÊ KU “BI TENÊ BO HDPê ye”

Gurkanê diyar kir ku namzet bo di van şert û mercan de hatine diyarkirin û got ku “Xuya ye ku CHP bi Muharrem İnce re bixebite. Yên din jixwe diyar bibûn. Em şert û mercên siyasî yên heyî dihizirin û bi ya me girîng e ku pêşiya “rêveberiya partiyek û zilamek” bê girtin. Heke meriv tifaqa cumhur” a ku bo hilbijartina serokdewletî û parlementoyê û tifaqa ku ji aliyê CHP, SP, İyi Parti û DP ve bo hilbijartina parlementoyê hatî avakirin li ber çavan bigire, meriv dê bibîne ku bendava hilijartinê hatiye wê radeyê ku bi tenê bo HDPê ye.”

EM Ê TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ XURT BIKIN

Gurkanê got ku ji ber van sedeman e dê bo hilbijartina serokkomariyê destekê bidin Selahattin Demirtaş û bo hilbijartinên parlementeriyê jî dê destekê bidin HDPê û wiha berdewam kir “Di pêvajoya hilbijartinan de, weke perçeyeke xebatên hilbijartinê ewlehiya hilbijartinê jî tê de, derheqê xurtkirin û hevparîkirina têkoşîna demokrasiyê de helbet divê hevdîtin û nîqaş berdewam bin. Em weke Partiya Kedê heya îro di nava vê nîqaş û têkoşînê de bûn û em ê her di nav de bin.”

(Rojnameya Evrenselê)

SHARE