Pûlûr, dê bi meclîsên gel bête birêvebirin

Pûlûr, dê bi meclîsên gel bête birêvebirin

Serpîl Berk Argin a rojnameger a namzeta şaredariya Pûlûrê, diyar kir ku gava bêne hilbijartin wê pirsgirêkên navçeyê tevî gel tespît bikin û tevî gel çareser bikin.

Namzeta şaredariya Pûlûrê Serpîl Berk Argin e. Me bi hev re li Amedê du salan rojnamegerî kir. Ew ji bo rojnameya Evrenselê dixebitî hingê û me bi hev re gelek kar kir. Ew rojnamegera ku min li ser karê rojnamegeriyê dît bi rastî jî nûçegihaneke zîrek bû. Ez karim bibêjim ku ti carî wextê xwe vala derbas nedikir û ez bawer im rojnamegerên dî yên li Amedê jî wê vêya piştrast bikin. Paşê, havîna borî zewicî û li Dêrsimê, li warê bav û kalên xwe bicî bû. Şûna wê li Amedê dixuye. Ji ber ku Serpîl Berk timî li cem hevalên xwe yên rojnameger sekinî. Xwe ji dexesiyê, ji lêzokiyê dûr da û piştgiriya hevalên xwe yên rojnameger kir, bi vî awayî bû dosta wan.

Di nava du salan de em gelek car hatin cem hev û helbet tê bîra min ku di van jivanan de derbarê xwe de û derbarê sekna xwe de gelek tişt vegotin. Lê niha namzeta hevşaredariyê ya Pûlûrê ye û weke rojnameger min divê ez careke din bipirsim bê ka “Serpîl Berk kî ye?”. Min dîsa bersiveke mutewazî stend jê. Xwe wiha da nasîn: “Ez di sala 1983an de, li Pûlûra Dêrsimê hatime dinyayê. Min dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Îzmîrê xwend. Min di emrê xwe yê ciwaniyê de li fabrîkayên cuda qedera 10 salan
karkeriya metale kir. Carcarna di sektora tekstîlê de jî xebitîm. Karkerî bidawî bû û piştî 30 salan li warê bav û kalan vegeriyam. Piştî min got ‘Ez piçekî jî îngîlîzî zanibim wê baş be’ û min li Zanîngeha Mûnzûrê di beşa zimanê îngîlîzî û wegêriyê de xwend. Piştî zanîngehê ez du salan weke nûçegihana Evrenselê li Amedê xebitîm.

NAMZETA HEVPAR A YEKÎTIYA HÊZÊN ŞOREŞGER

Serpil Berk gava weke rojnameger dixebitî endama Partiya Kedê(EMEP) bû jî. Bi biryara hevpar a Yekîtiya Hêzên Şoreşger ku ji HDP, EMEP, DBP, Partîzan û ESPyê pêk tê, bû namzeta hevşaredariya Pûlûrê.

Ji karkeriyê ber bi rojnamegeriyê, ji wir ber bi namzetiya hevşaredariyê… Şaredarbûn hunereke dîtir e, helbet ne hewce ye bi meriv re hebe. Lê dîsa jî tê hişê meriv; rojnamegerek ku şaredariyan şopandiye, carcarna ji ber kar û barên wan ew rexne kirine, gelo derheqê şaredariyan de çi difikire? Weke rojnamegeriyê wê di vî karî de jî serketî be?

Serpîl Berk dibêje “Weke hemû rojnamegerên ku li gel gelê xwe ne, li gel kedkaran in ez jî pirsgirêk û daxwazên gel baş dizanim û hê jî guh didime wan” û wiha pê de diçe: “Ez di heman demê de endama Partiya Kedê me. Partiya me bo dinyayeke aştiyane û bêyî kedxwarinê têdikoşe. Ji ber vê, vê rewşê di heman demê de, barê ser milê min girantir dike da ku bo çareserkirina van pirsgirêkan têbikoşim. Ez rêvebiriyên cihî jî weke qadeke
vê têkoşînê dibînim. Ez bawer im ez yek ji wan kesan im ku vî karî bi awayê baştirîn bike.”

Baş e, heke Serpîl Berk bête hilbijartin wê çawan kar bike? Wiha dibersivîne: “Gotina esil di serî de bibêjim; ez zanim ku ez ê bi tena serê xwe nikaribim ti tiştekî çareser bikim. Ew namzetên ku berovajî vê bilêv dikin jî rast nabêjin. Em ê tevî gel pirsgirêkan diyar bikin û dîsa tevî meclîsên gel çareser bikin. Ez bixwe jî niha çawa perçeyeke vî gelî bim piştî ku bême hilbijartin jî ez wiha tevbigerim. Em ê hemû cudahiyên burakratîk ên di navbeyna şaredar û gel de ji holê rakin, em soza vê yekê didin. Bi rêya em dîsa bibîr bînin ku jê û wê de jî, heke me sozên xwe bicî neanî wê gel, bi rêya meclîsên gel karibe peywira me bidawî bike.”

PIŞTÎ MAÇOGLU

Mehmet Fatih Maçoglu yê şaredarê Pûlûrê, weke “Şaredarê Komunîst” deng vedabû, ji ber kar û barên xwe gelek hatibû hezkirin. Lê Maçoglu hedefa xwe mezintir kir û di vê hilbijartinê de bû namzetê şaredariya Dêrsimê.

Bêguman Maçoglu li Pûlûrê xwedî navek e. Serpîl Berk dibêje: “Kes li Pûlûrê guh nade navî. Gel feraseta şaredariyê nîqaş dike. Em jî rexneyên xwe dikin û qala feraseta xwe dikin. Û pê re jî hin avantajên jinbûnê jî hene. Çimkî bi taybet jî jin êdî dixwazin ku vî bajarî bi deste jinekê bête birêvebirin.”

Serpîl Berk, kar û barên ku Maçoglu li Pûlûrê kirine, tune nahesibîne. Berovajî vêya dibêje ew ê li karên çê xwedî derkevin û bipêş bixin û wiha lê zêde dike: “Em xwedî wê ferasetêne ku em ê kar û barên çê yên wî bipêş bixin û bidomînin. Mesela me hedef ew e ku em li qadeke berfirehtir hilberînê bikin û kooperatîfan berbelavtir bikin.”

MÛNZÛRA PÎROZ û KAR û BARÊN DÎ

Namzetên şaredariyan berî hilbijartinê, carna tiştên k udi aqil de naçin, wehd dikin. Wehd dikin ku heke bêne hilbijartin ew ê projeyên qerase pêk bînin, wê bajêr bibe cihê kêf û seyranê, wekî mînak wê kesek bêkar nemîne û filan. Bi piranî piştî hilbijartinê tê fêmkirin ku ev wehd ji rastiyên bajêr heta ji yên welat çiqasî dûr in.

Me ji Serpîl Berkê pirsî bê ka projeyên wan hene yan na. Wiha bersivand: “Min berî niha jî gotibû ku em xwedî feraseteke ‘Projekar’ nîn in. Me armanc ew e ku em şaredariyê bi meclîsên gel birêve bibin. Hûn vê yekê weke proje bihesibînin hûn bi kêfa xwe ne. Ji gele Pûlûr çêtir kes bi hewcedariyên Pûlûr nizane. Ji ber vê hindê gelekî asayî ye ku kiryarên
kêrhatîtirîn jî gel zanibe.”

Lê helbet ji niha ve hin tişt hene ku tevî gel tespît kirine û dixwazin pêk bînin. Serpîl Berkê wiha got: “Weke mînak ji bo ku jin bibin perçeyeke jiyana civakî kreş û malên xwedîkirinê zaruret in. Em ê bi rêya meclîsên ciwanan, ciwanan tevli rêvebiriyê bikin û em ê tevî wan hewl bidin ku pirsgirêkên kar, perwerde û werzîşê çareser bikin. Çavkaniyên Mûnzûrê bo
me pîroz in. Niha wan deran gelekî qirêj e û peydekirina ava paqij zehmet e. Vana bo me pirsgirêkên mezin in. Ewil em ê van pirsgirêkan çareser bikin.”

Gazete Duvar

Vecdî Erbay

Paylaş: