TÊKOŞÎN BO WELATEKE DEMOKRATÎK KU ZIMAN Û ÇANDÊN CUDA LÊ WEKHEV BIJÎN

Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê Pîroz Be!

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê îsal li Tirkiyeyê dîsa bi şert û mercên zext û qedexekirinê tê pêşwazîkirin. Roja Zimanê Zikmakî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi mebesta parastina çandên cihê û pirrzimaniyê hatiye diyarkirin û bi vê mebestê tê pîrozkirin lê li Tirkiyeya endama NYyê astengiyên li ber zimanên ji derveyî tirkî berdewam in ku ev astengî nahêlin zimanên dîtir bibin zimanê perwerde û çandê. Ji ber van polîtîkayên qedexeker gelek ziman ber bi tunebûnê ve diçin. Li gorî daneyên NYyê li ser rûyê dinyayê di her du hefteyan de zimanekî, bi dorhêla xwe ya entelektuel û çandî tune dibe.

Desthilatdariya yekzilamî ku di her warî de ‘tekparêziyê’ ferz dike, di warê ziman de jî polîtîkayên xwe yên ‘tekparêz’ bi rê ve dibe. Gelek nameyên kurdî ku bo girtîgehan tên şandin tên îadekirin, nameyên kurdî nagihin girtiyan, ihlalên cidî hene di warê xwegihandina pirtûkên kurdî de. Axavtinên bi kurdî yên li meclîsê hêj jî di girtenameyên meclîsê de weke “Axivker; bi zimaneke kesnezanî tiştine got” cî digirin. Sala parîn, di meha Cotmehê de lîstika “Bêrû” ku dê li Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bihata nîşandan, bi mebesta “Lîstik dibe ku ewlehiya gelemperî bixe xetereyê” ji aliyê Qeymeqamtiya Gaziosmanpaşayê ve hat qedexekirin. Meriv kare van nimûneyan zêde bike lê evên hanê ku di carekê de tên bîra meriv jî nêzîkayiya desthilatdariyê ya li hemberî kurdî careke din bi awayeke eşkere li ber çavan radixe û ev yek di heman demê de nîşan dide ku desthilatdarî ji çareseriya demokratîk a kêşeya kurd çiqas dûr e.

Eniya destilatdar a AKP-MHPyê ji aliyekî ve qala demokrasiyê, reforman, makeqanûna nû dike û ji aliyê din ve dest bi avakirina rejîmeke faşîst kiriye. Ev eniya faşîst fikrên xwe yên li ser tayînkirina qeyyûman li şaredariyên kurdan bi awayeke canxiraş diparêze. Qeyyûmên ku li şaredariyên HDPyê hatin tayînkirin jî, demildest dibistan û saziyên zimanê kurdî girtin, tabelayên bi kurdî rakirin.

Ev desthilatdariya paşverû ya yekzilamî welat ber bi dîktatoriyeke eşkere ve dibe û feraseta “tek ziman, tek gel, tek ol, tek çand” ferz dike. Li dijî vê, di Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê de, ji bo astengî û qedexeyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê zikmakî -ku yek ji daxwazên herî girîng ên gelê kurd e- ji holê rabe, ji bo avakirina welateke demokratîk ku ziman û çandên cihê karibin lê bijîn, ji xeynî têkoşînê ti rê nîne.  

Ligel hemû erîşan, em weke Rêxistina Herêmê ya Partiya Kedê, roja zimanê zikmakî li hemû gelan pîroz dikin. Em bang li hêzên demokrasiyê yên ji her miletî dikin da ku bo têkoşîna ziman û azadiyê ya gelan bibin yek.

RÊXISTINA HERÊMÊ YA PARTIYA KEDÊ

SHARE