Emê bi moralek mezin “NA”yê birêxistin bikîn

Partiya Kedê (EMEP) ji bo di referandûmê de bêjin “Na” dest bi xebatên xwe kirin. Endama EMEP’ê Evîn Turgut got ku em destûrê nadin hişmendiya sultandiyê em ê bêjin “Na”

Li meclîsa Tirkiyeyê 18 hêmanên makazagonê bi hilbijartinê hat qebûlkirin û gelên Tirkiyê tê payîn ku di meha avrelê biçe ser sîndoqan. Partiyên dijîtî dest bi kampanyayên referandumê kirin û gelek partiyên demokrtîk dê ser sîndoqan di referandûmê de ramanên xwe bêjîn. Gelek partî û rêxistin jî ji bo pergala “Serokatiyê” dê di sîndoqan de bêjîn “Na”
Yek jî rêxistinên ku dê di referandûme de bîn “Na”jî Partiya Kedê (EMEP) e. Endama EMEP’ê ya Wanê Evîn Turgut diyar kir ku eger di referandûmê de “Erê” derkeve êdî gelê Tirkiyê bi vîna xwe nikare dengê xwe bikar bine. Lewra divê referandûmê de gel baldar û hişyar be.

‘Li Tirkiyayê demokrasî tune’
Evînê da zanîn ku ew dê ji bo azadiya gelan di referandûmê de bêjin “Na” û wiha axivi: “Hikûmeta AKP’ê hilbijartina 7ê hezîranê vîna gel tune hesîband û carek din civakê bi hilbijartinê ve kişand. Armanca vê jî tenê desthîlatdariye. Li Tirkiyê hilbijartin pûç bûye AKP ji niha de vîna gel tune dike û qayûman tayînê şaredariyên gel kir û şaredarî hatin dagirkirin. Li Tirkiyayê demokrasî tune.

‘Em destûr nadin faşîzm bikeve zagonên qanûnê’
Evîn gotîna Alîkarê Serekwezîr Numan Kurtulmuş ku gotîbû “Eger di referandûmê de na derkeve dê li Tirkiyê bombe biteqin û eger erê derkeve dê pirsgireka terorê bi dawî bibe” bibîr xist û ev tişt got: “Bi rastî gava min ev bihist gefek ne beyanî bû. Ev gef her tim li ser serê me ne.Di hilbijartina 7ê hezîranê de plansaziya vê dihat kirin. Ji hilbijartinan û şûnde gelek parlamenter hatin girtin û operasyonên sîyasî dane destpê kirin. Ji bo ev hişmendî qanûnên bingehînde cih negire em ê bêjin “NA” û me ji bo vê ji bixebitin û em destûr nadin faşîzm bikeve zagonên qanûnê bingehîn.”

‘Emê bi moralek mezin “NA”yê birêxistin bikîn’
Evînê anî ziman ku wan dest bi xebatên xwe kirine û her çi qas bi derfetên kêm bixebitin jî ew ji bo Tirkiyekê demokratîk bi şev û roj dê bixebitin. Evîn got ku ew ê bi moralek mezin bixebitin û di referandûmê de “Na” biser bixin û wiha got: “Em ji rejîma hişmendiyekî re dibêjin na. Ji destê me were emê bikîn ku pergala serokwezîr ji civak û gelan re vebêjîn. Em wek ciwanên EMEP’ê ji bo em “Na”yê birêxistin bikîn emê keda xwe mezintir bikin.

ŞÛJIN Gazete

SHARE