Werin em ji bo li herêmê aştî, li welêt demokrasî bibin yek û dengê biratiyê berz bikin… Roja biratiya gelan ango NEWROZ PÎROZ BE!

Werin em ji bo li herêmê aştî, li welêt demokrasî bibin yek û dengê biratiyê berz bikin… Roja biratiya gelan ango NEWROZ PÎROZ BE!

Newroza ku li Rojhilatanavîn, Asya û Anatolyayê mizgîniya biharê ye, li hemû gelan pîroz be. Weke Newrozên berê, dê di Newroza 2021an de jî kurd, tirk, ereb, laz, çerkes û gelên din govenda Newrozê bigerînin, xwe di ser agirê Newrozê re çeng bikin.

Lê belê Newroza ku cejna aştî û biratiyê ye, di salên dawîn de di bin siya zext û êrîşan de tê pîrozkirin. AKP bi feraseta “rêvebiriya bi yek zilamî” rejîmeke faşîst ava dike. Kesên ku van hewldana qebûl nakin, karkerên ku daxwaza heqê xwe dikin, xwendekarên ku zanîngehên xweser dixwazin, kesên ku qeyûmên li şaredariyan qebûl nakin, jinên ku Peymana Stenbolê diparêzin weke ‘terorîst’ tên îlankirin û dixwazin bên huşkirin. 

Polîtîkayên zordestiyê yên li seranserê welat tên meşandin, di kêşeya kurd de ligel polîtîkayên înkar û qurifandinê bi rêve diçin. Hema hema li temamê şaredariyên HDPyê qeyûm hatin tayînkirin. Rayên 4,5 milyon insanan tune hat hesibandin. Polîtîkayên qeyûman di heman demê de dikin ku di warê çand û hunerê de kurd bê hafize bimînin. Ji aliyê din ve nûçeyên rant û nelirêtiyê di şaredariyên qeyûman de her rojev in.

ÇARESERÎ TUNEYE, ÎNKAR TÊ FERZKIRIN

Desthilatdariya yek zilamî ku dibêje li dijî koronavayrûsê ‘têkoşîna milî’ dide, di prosesa şewbê de jî dev jî dev ji daxwazên xwe yên dagirker bernedaye. Desthilatdariya AKPyê ku hevkariya emperyalîstên li Rojhilatanavîn dike, weke mînaka Misrê, do ji kî re gotibe “derbekar” îro hewl dide ku bi wan re li hev bike. Ji dêvla ku bi awayeke aştiyane bi gelan re bijî, hêvî ji polîtîkayên emperyalîst dike. 

Zordestî û astengkirinên li dijî kurdî berdewam in. Lêkolîn nîşan didin ku gihandina kurdî bo nifşên nû talûkeyeke cidî ye. Desthilatdariya AKPyê qursên kurdî yên ku gel bi derfetên xwe vekiribû girtin û hewl dide ku vê yekê veşêre. Bi dersa kurdî ya hilbijarî ya mufredatên dibistanan dixwaze meseleyê paşguh bike. 

Weke ku tayînkirina qeyûmên li şaredariyên HDPyê ne bes bin, roja 17ê Adarê ku dê di tarîxê de bibe rojeke girîng, bi du derbeyan parlementeriya Ömer Faruk Gergerlioğluyê parlementerê Kocaeliyê yê HDPyê hate betalkirin û ji bo girtina HDPyê tevgerek dest pê kir. ‘Desthilatdariya bi yek zilamî’ ku bi vê yekê jî nesekinî, dixwaze ji bo 600î bêhtir kesî qedexeya siyasetê bîne. Dixwaze hemû mafên ku gelê kurd li ser zemîneke demokratîk bi dest xistiye, tune bike.  

Dixwazin bi nîqaşên li ser “girtina HDPyê” rayên neteweperest bikêşin ba xwe. Berdevkên AKPyê karin îradeya 6 milyon insanan binehlînin. Lê girtina HDPyê derbeyek e li siyaseta demokratîk, îradeya jîna pêkve. Ti qezenceke karker û kedkaran ji vê yekê nîne. Berevajî vê yekê, girtinên bi vî awayî dikin ku rê li pêşiya desteserkirina sendikayan û rêxistinên kedkaran û yên pîşeyî vebe.   

 Desthilatdariya siyasî, dem bi dem îma dike “dibe ku proseseke çareseriyê ya nû dest pê bike”. Gava rêvebiriyeke zordest û otorîter bixwaze hêviyeke wiha peyde bibe li ba gel, meriv zane ku badilhewa ye. Çimkî kiryarên wan li holê ne.

Newroz, ji bo çareseriya demokratîk a kêşeya kurd û pêkanîna dahatûya gelan a aştiyane û birayane roja têkoşîna pêkve ye. 

Desthilatdariya bi yek zilamî li herêmê dev ji israra şer û pevçûnan bernade. Daxwazên dagirker ên neo-osmanî bi navê ‘ewlehiya milî’ dixin dewrê. Desthilatdariya Erdogan-AKPyê kêşeya kurd ji dêvla rêbazên aştiyane û esasên demokratîkbûnê, dixwaze bi polîtîkayên zordestiyê çareser bike. Loma ji bo polîtîkayên xwe weke tehdît dibîne ku dê kurdên Sûriyeyê bibin xwedî heq. Lê operasyon, desteserkirina siyasetmedarên kurd, tayînkirina qeyûman li şaredariyan kêşeya kurd çareser nake û hestê pêkvejîna gelan jî tehrîb dike. 

NEWROZ, EW ROJ E KU EM DESTÊ XWE DIRÊJÎ BIRAYÊN XWE YÊN PENABER BIKIN

Yek ji mexdûrên polîtîkayên şer jî penaber in. Penaberên sûriyeyî ne sebebê pirsgirêkên me ne, berevajî mexdûrên polîtîkayên AKPyê ne. Îktîdar penaberan li dijî emperyalîstan weke qozeke bazariyê bi kar tîne û ev nayê qebûlkirin.

Newroza 2021an tirk, kurd, ereb, welatî yan jî penaber cejna hemû gelan e. Karkerên cihî û yên penaber ên ku li fabrîqeyan, li atolyeyan bi hev re dixebitin, divê ji bo têkoşîna mafên hevpar bibin yek. 

ÇARESERIYA AŞTIYANE Û DEMOKRATÎK BO KÊŞEYA KURD PÊKAN E

Îro di kêşeya kurd de em dîsa hatin li dijî çareseriyê asê bûn. Lê kêşeya kurd him li welat, him li herêmê birînek e li hêviya çareseriyê. Vîna çareseriyê jî ancax û ancax bi yekbûna gelên herêmê, çîna karkeran û derdorên pêşverû û demokrat pêkan e.

Newroz bi sedan salan bû sembola sekna li dijî rêvebirên zordest û înkarok. Banga me ye li hemû gelên herêmê û çîna karkeran; ji bo LI HERÊMÊ AŞTÎ, LI WELÊT DEMOKRASÎ werin em di Newroza 2021an de bên ba hev.

Ji bo ku em li dijî şer bisekinin û emperyalîst dest ji herêmê bikêşin û gel bixwe dahatûya xwe tayîn bike, yanê ji bo dahatûyeke azad;

Ji bo ku polîtîkayên xeter ên desthilatdariya li Tirkiyeyê bi dawî bibe û kêşeya kurd li ser bingeha mafên wekhev bi awayeke demokratîk bê çareserkirin;

Ji bo kar, nan, jîneke mirovî û azadiyê;

Werin em karker û kedkarên ji her miletî têkoşînê berz bikin.

Cejna aştî û biratiyê ya gelan, ango Newroz pîroz be!

UMUT YEĞİN

Cîgirê Serokê Giştî