Yekîtiya Hêzên Şoreşger a Dêrsimê namzetên xwe yên şaredariyê daxuyand

Yekîtiya ku li Dêrsimê ji aliyê Partiya Kedê(EMEP), Partiya Gelan a
Demokratîk(HDP), Partiya Bindestan a Sosyalîst(ESP) û Partîzanê ve li
hemberî qeyyûm hate avakirin, namzetên xwe yên şaredariyê daxuyand û
ew dan nasîn.

Yekîtiya Hêzên Şoreşger a Dêrsimê ku ji aliyê Partiya Kedê(EMEP), Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Partiya Bindestan a Sosyalîst(ESP) û Partîzanê ve hatî avakirin bi civînekê namzetên xwe yên şaredariyê nasandin, civîn bi coş li dar ket. Di civînê de yekîtiyê peyam da ku ew ê li hemberî qeyyûm bi hev re li ber xwe bidin.

Yekîtiya Hêzên Şoreşger a Dêrsimê bo daxuyandin û nasandina namzetên xwe yên şaredariyê li Salona Dîlanê ya Dêrsimê bernameyek li dar xist. Sezai Temelli yê Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selma Gurkan a Seroka Giştî ya Partiya Kedê(EMEP), Bariş Atay ê Cîgirê Serokê Giştî yê TÎPê, nûnerên Partîzanê, Halide Turkoglu ya Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), rêvebirên Partiya Bindestan a Sosyalîst(ESP) û yên Komeleya Elewiyan a Demokratîk(DAD), parlementerên HDPyê, nûnerên meclîsa partiye yên DBP û HDPyê da ku beşdarî bernameyê bibin sere sibehê hatin bajêr.

Nûnerên partiyên siyasî, ji aliyê gelê Dêrsimê ve bi slogan û tilîliyan nêzîkî
bajêr, li îstasyoneke benzînê hatin pêşwazîkirin. Piştre gel û nûner bi hev re weke konvoyê derbasî salonê bûn.

SALON BI POSTER Û PANKARTAN HATE XEMILANDIN

Di salonê de posterên Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û yên hin
hevşaredarên girtî hatibû daliqandin. Her wiha pankartên bi kurdî û tirkî yên weke “Xwe jî, bajarê xwe jî em ê bixwe birêve bibin”, “Tifaq bi ser bikeve dêyekîtî jî bi ser bikeve”, “Kes nikare li ser vîna me qeyyûm tayin bike” salonê xemilandin.

HEVŞAREDARÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN

Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul ên ku hevşaredarên Dersimê bûn û di şûna wan de qeyyûm hate tayînkirin û hêj jî girtî ne peyam şandin û bernameyê bi ragihandina peyamên wan dest pê kir.

Ewilî Hidir Çîçek ê Hevserokê HDPyê yê bajarê Dêrsimê axivî. Çîçek got “Divê bête zanîn ku bi taybetî ji aliyê parastina nirxên xas ên Dêrsimê ve,
Dêrsimiyan tawîz nedan. Qeyyûm dixwazin vîna me desteser bikin lê em ê
şaredariyên xwe ji destên wan derêxin û em ê vêya jî ligel dostên xwe pêk
bînin.”

“YEKÎTIYA ME HÊZA ME YE”

Selma Gurkan a Seroka Giştî ya Partiya Kedê(EMEP) got “Me weke partiyên
siyasî, weke rêxistinên girseyî yên demokratîk pêk anî. Lê niha ji bo
demokrasiyeke rasteqîn em mecbûr in ku hêza gel derêxin rastê. Bo vêya jî
me divê em tax bi tax, kuçe bi kuçe, kargeh bi kargeh vêya pêk bînin.”
Gurkanê diyar kir ku di xebatên hilbijartinê de her alî ne xwedan heman şert û mercan in û wiha pê de çû “Erdogan gotibû ‘Heke kesên ku em nexwazin bêne hilbijartin em ê dîsa qeyyûman tayin bikin’. Ligel hemû newekheviyan jî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne û emir dide rêvebirên fermî yên mehellî bê ka ew ê bi çi awayî xebatên hilbijartinê bimeşînin. Ji xwe re kiriye taktik; gel krîmînalîze dike. Lê me hêz heye ku em ji heqê van zoriyan derkevin. Yekîtiya me û biryardariya me, hêza me ye. Me berê ev nîşan dabû. Tiştê ku ew îro ava dikin serdestiya zilamekî, ya partiyekê ye. Li hemberî vêya em dibêjin ‘Xwe jî, bajarê xwe jî em ê bixwe birêve bibin’.”

Gurkanê got “Yekane hêza ku têk neçe, hêza birêxistin a gel e” û wiha dewam kir “Piştî hilbijartinên mehellî em ê yekîtiya demokrasi û azadiyê pêk bînin. Karê me giran e lê bi saya hêza me û biryardariya me wê ew bar siviktir bibe.”

“TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN”

Şahin Tumtuklu yê Wekîlê Seroka Giştî ya ESPyê got “Dixwazin me bi
qeyyûman desteser bikin. Pir baş zanin bê ka qeyyûm tê çi maneyê. Qeyyûm çi dike? Navendên ciwanan, ên jinan digire. Ya rastî vê hilbijartinê du peywir dixe stuyê me. Ya yekem em ê di 31ê Adarê de qeyyûm, di 1ê Nîsanê de jî feraseta qeyyûmperest rawestînin. Em mecbûr in ku bo vê hilbijartinê amade bin. Em ê kuçe bi kuçe, gund bi gund, mal bi mal bigerin. Dil dixwest ku tifaqeke xurttir ba û me temamê Dêrsimê bi dest bixista. Lê nebû. Teqez di vê hilbijartinê de em ê bi ser bikevin. Em bangî qeyyûman dikin ‘Ji me bitirsin. Ji lew em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin.”

“VÊ TIFAQÊ HER WIHA TORA HEVGIRTINÊ YE”

Halide Turkoglu ya Cîgira Hevseroka Giştî ya DBPyê wiha axivî “Di serdemên ku pêvajoyên demokratîk dixetimin de, ji bo jinûve honandina jiyanê em yekîtiyan saz dikin û bi van yekîtiyan em hêviyên hev geş dikin. Em li hemberî faşîzmê tifaqa xwe ava dikin û li hemberî pergala zilamekî û li hemberî sîstema wî ya tecrîdê em bi hev re têdikoşin. Em çiqas birêxistin bibin, çiqas di nav jiyanê de bin em ê karibin ji heq derkevin. Ya rastî tifaqa ku me li Dêrsimê pêk anî her wiha ji yek mekanîzmeyên girîng e ku em ê karibin di nav civakê de bi saya wê torên hevgirtinê bihonin.”

“DÊRSIMA LI GEL HEV WÊ BIBE MÎNAK”

Sezai Temellî yê Hevserokê Giştî yê HDPyê got “Em ê bên rex hev, mil bidin
milên hev, em ê bi hev re vê faşîzmê hilweşînin. Me ti carî tabu tunebûn, me ti carî deriyê xwe daneda. Me got ‘Em ê siyasetê civakî bikin’. Di van rojên giran de berpirsiyariya me ew e ku em mil bidin milên hev. Tiştê ku dikeve ser milê me li ser navê kedkaran, li ser navê jinan em ê heta dawî bikin. Em ê dîsa bi ser bikevin, bila kes guman pê neke”.

Temellî got “Sekna li hemberî qeyyûman divê karê me yê pêşdatir be” û wiha domand “Ancax em bêne cem hev wê pêkan be. Ji ber vêya tiştê ku îro me li Dêrsimê pêk anî gaveke pir mezin e. Li her derê Tirkiyeyê, me xwest ku em bi hemû derdoran re bicivin û yekîtiyê xurttir bikin û me kir jî. Ha ev hevgirtina me wê di 31ê Adarê de bersiva herî xurt bide van serdestan.” Temellî got kuferaseta tekparêz bi destê qeyyûman şênber bûye û ew ê di hilbijartinan de qeyyûman ji şaredariyan biqewitînin û wiha pê de çû “Dem ew dem e ku divê em li bajarê xwe xwedî derkevin. Divê em vêya bi wesfê guherandina jiyanekê pêk bînin. Divê em qeyyûman wiha biqewitînin ku ti jêmayiyek ji wan nemîne. Ji ber vê jî yekîtî pir girîng e. Em ê piştî hilbijartinê jî vê yekîtiya xwe bidomînin. Ew ên ku xwe nedane cem me jî piştî 1ê Nîsanê wê li cem me bin. Dêrsim wê bibe mînak bo vê yekê.”

NAMZETÊN YEKÎTIYÊ

Piştî axavtinan namzet hatin nasandin. Namzetên yekîtiyê ev in:

 Namzetên hevşaredariyê bo navenda Dêrsimê: Nurşat Yeşil û Hidir
Demir
 Navçeya Pêrtagê: Mustafa Taşkale
 Navçeya Pulurê(Ovacik): Serpil Argin û Sinan Zenk
 Navçeya Mazgêrdê: Ali Ekber Serhatli
 Bajaroka Akpazarê: Orhan Çelebi û Songul Dogan
 Navçeya Qisleyê(Nazimiye): Rahime Kizilkan û Ozkan Arslan
 Navçeya Pîlemûriyeyê: Gurol Yilmaz
 Navçeya Xozatê: Nesimi Ataş û Îlknur Dogan
 Navçeya Çemîşgezekê: Suleyman Karadag

01.02.2019
Rojnameya Evrenselê

SHARE