Bi rojan e li ser sînorê Belarûs û Polonyayê zilma li ser koçberan berdewam e. Koçberên ku piraniya wan hemwelatiyên herêma Kurdistanê ne, dibin qurbanên nakokiyên siyasî yên navbeyna Yekîtiya Ewropayê û Belarûsê û di sirr û seqemê de, ji pêdiviyên xwe yên esas bêpar têne rawestandin. Hin ji wan extiyar, hin zarok û hin jî berasteng in. Hin kes ji van jiyana xwe ji dest dan û di 20ê Mijdarê de yekem kesê bi COVID hate tespîtkirin. Koçber di heman rojê de ji aliye hikûmeta Belarûsê ve li devereke weke kampê hatin bicîkirin.
Dîsa çend roj berê qismeke van koçberan(431) kes bo Hewlêrê hatin deportkirin. Koçberên ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bo dezgeya fermî ya medyayê ya rêvebiriya herêmê axivîn, gotin ku bi zorê hatine deportkirin û ji vê yekê ne razî ne. Heta yek ji van koçberan dema bersiva sedema koçkirina xwe kir, got ku heke sedemê koçkirina xwe bibêje dê were “bêseroşûnkirin”.
Di nûçe û hevpeyvînên hatî belavkirin de koçberên ku ji herêma Kurdistanê koç kirine ragihandine ku ji ber zext, gendelî û bêkariyê ji xwe re dahatûyekê nabînin, loma jî koç dikin. Lê Hikûmeta Kurdistanê van koçberan weke “kesên ketî xefka qaçaxçiyan” bi nav kir û ragihand ku ti sebeb nîn in bo koçkirina wan insanan. Lê di daxuyaniyeke xwe yî din de Mesrûr Barzaniyê serokwezîrê Kurdistanê tiştekî wisa got ku miqabilî mikurhatinê ye. Barzanî got arîşeyên aborî hene bes ne ji ber wan in, hikûmeta navendî ya Iraqê para wan a budçeyê neşandiye û bi ser de jî pandemî hatiye. Loma arîşeyên aborî rû dane.
Hêj jî di bîra me de ye ku bi salên dûdirêj gelê herêma Kurdistanê bi zext û zora hêzên emperyalîst û hevkarên wan û rejîma BAASê hatiye bindestkirin û ji ber wê xwe li sînoran daye. Ev dîmen hêj zindî ne, lê ji aliyê din ve tiştê ku îro li ser sînorê Belarûs û Polonyayê diqewime, nîşan dide ku bê ka gelê kurd û gelên din ên herêmê hê jî bi despotiyeke çawa re rû bi rû ne! Ew hêzên emperyal ên roavayî ku îro gelê kurd “li Ewropayê qebûl nakin”, sed salî bêhtir e li xaka kurdan dagirkeriya xwe berdewam dikin û polîtîkayên xwe yên durû didomînin.
Ligel van lazim e;
- Yekîtiya Ewropayê û hukûmeta Belarûsê demildest pêdiviyên tenduristî û xwarinê yên koçberan dabîn bikin
- Yekîtiya Ewropayê dev ji polîtîkayên xwe yên durû yên derheqê koçberan de berde û astengiyên li ber koçberên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê bêne rakirin, hêzên ewlekariyê demildest dev ji zilmê berdin
- Hikûmeta herêma Kurdistanê dev ji alîkariya deportkirina bi zorê ya koçberan berde û polîtîkayên xwe yên zext û zorê yên li ser gelê kedkar û xizan rawestîne
Li hêla din em bang li gelê xwe dikin; li dijî polîtîkayên zext û zordariyê û kedxwariyê yên hêzên emperyal ên navneteweyî û hevkarên wan ên herêmî werin em piştgiriyê bidin hev!
Umut Yeğin
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê
